Kitaplar
Dersên Civakî

   Min tercumeya halê mamê xwe Seîdê Kurdî yê ku xwediyê vêdîwanê ye 1 , di kitêbeke musteqil de û bi kurtasî nivîsîbû. Lê ev du salû nîv e ku wezîfeya Dar ul Hîkmet ul Îslamiyê, dane ser milê wî. Ewîjî digot ku:   -“Ez dê evê terk bikim. Lêbelê ez dixwazim hesabekî jî bidime millet.”Ez bi xwe jî di vê derheqê de çend gotinan dinivîsim. Ka mamê mindixwaze hesabê ji wezîfeya xwe ya li Dar ul Hîkmet ul Îslamiyê çawa bide.

Biraziyê wîEbdurrehman

***

   Du sal beriya niha- sal, 1334 2  bû, bêyî riza mamê min, wî kirinezayê Dar ul Hîkmet ul Îslamiyê. Lêbelê ji ber ku di hêsîriyê de zêdemuteessîr bûbû, deh meh îzin girt û neçû wezîfeyê. Hetta gelek caranteşebbusê îstifayê kir. Feqet nas û dostên wî nehîştin. Ji ber vê qasê evasal û nîv e ku wezîfeya xwe berdewam e. Pêşî evî halê wî bala min kişandku xêncî zerûretê ji xwe re mesref nedikir. Ji bo wan kesên ku jêdipirsîn: “Tu çima di hêla meîşetê de evqas feqîrane dijî?”, wek bersîvdigot ku:   -“Ez dixwazim ku tabiyê piraniya xelqê bibim. Exlebê xelqê jî, dikareevqas bidest bixe. Ez naxwazim ku bibim tabiyê hindika-yiyên/eqallê musrîf.” Û ji meaşê ku ji Dar ul Hîkmetê digirt, piştî ku parazarûrî jê vediqetand, yê mayî dida min û digot:“Muhefeze bike.”   Ew pereyê zêde ku di salekê de ketibû ser hev, ji ber şefqeta wî yapir a derheq min de û ji îtimada qîmetnedana wî ya bi mal û milk, minbêyî wî tev xerc kir. Û paşê jî ji min re got ku:   -“Ev pereyê han, ji me re nehelal bû. Malê millet bû. Te çima xerckir? Êdî ku wisan e ez jî te ji wekîlxerctiya xwe ezil dikim û xwe nasbdikim.” Paşê mehê bîst panot dida min û ji bo xwe jî panzdeh vediqetand.Feqet hin mesrefên din jî tevî ewî panzdehê wî bûn. Nexwe ewçax mehê deh- donzdeh panot jê re dima. Pereyên mayî yê zêde, bi xwemuhefeze dikir.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat