Kitaplar
Dersên Civakî

   Dîsa zivirî Wanê û medreseyeke millî vekir û berdewamiya tedrîsêdikir û her li ser fikr û projeya xwe ya berê dixebitî. Vê dawiyê qederêmîna ku ruyê serkeftînê nîşan da. Ji bo vekirina unîversîteyeke mînaCamîul Ezherê û bi navê Medrese tuz Zehra(Zanîngeha Zehra) yê liWanê, her çiqas fermana padîşah derket jî, lê xêncî xîmê binî, tu tiştekçênebû û herba umûmî qewimî. Ji berê de telebeyên ku li balê bûn, jikîsê xwe xwedî dikir û her wisa jî sirf hesbeten lîllah ders dida. Hertelebeyekî xwe jî wek fedakarekî heqîqî, perwerde dikir.

   Di nav evqas muaraza û mucadeleya ilmî de, qe tu car ji kesî pirs ûdaxwaza tiştekî nekiriye; her dem mewqiyê cewabdanê bi dest xistiye.Ev rewş û weziyeta hanê, çiqas girêdayî bi hêz û îqtîdara ilmî ye, nehewceyî îzahê ye. Feqet dixwazim xalekê parve bikim ku ew jî nîşanapayebilindî û delaliya exlaqê wî ye. Awha ku: Ji bo ku ew kesê muarizû dijberê wî ye mehcûb nebe, xwe ji pirsîna suwalan daye alî. Zatekî kuji mehcûbiyeta xwe qayîl be û cehd bike ku muarizê xwe ji mehcubiyetêbiparêze, di rûpelên dirokê de jî kêm tê dîtin. Hetta li Stenbolê jî îlanû beyan kiriye ku ez amade me ku cewaba pirsa her kesî bidim. Qettu suwalek ji wan kesên ku pê re muaraza kirine, nepirsiye. Ez bawerdikim ev yeka han jî, delîlekî qetî ye ji vê îddia min re.

   Li Bidlîsê ji ber mucadeleya wî ya bi Şêx Emîn Efendî re, di navxelqê de dubendî û nîqaş derket. Hukumatê mudaxeleyê meseleyê kirû Bedîuzzeman ji wir nefy û sirgûn kirin. Demekê şûn de, ji ciyê ku lêkoçber û sirgûn bû, fîrar kir û hate nehiya Tilloyê ku girêdayî Sêrtê ye,li tirbeka bi navê “Qumbeta Hesya” ma. Li wê, Qamûsa Oqyanûsê hetamaddeya “Sîn” ê jiber kir.

   Rojekê min jê pirsî ku te ji ber kîjan fikrê qamûs jiber kir. Wiha bersivda ku: “Qamûs ew e ku kelîmeyekê ka çend maneyê wê hene, wêyadinivîse. Ez jî ketim dû mereqa nivîsîna qamûseke wisa ku bîlakîs kamaneyek, bi çend kelîmeyan tê îfadekirin. Ji ber vê hewesê, min jiberkir. Lê paşê min xeber hilda ku li Misrê ji teref cemiyetekê ve, eserekîwiha hatiye çêkirinê. Ked û xebata min heba bû, bi roda çû.”Ez xwe bi xwe fikirîm û min bi xemgînî got ku: Ji ber bêrehberî ûbêxwedîtiyê, çi cewher zayî dibin, diçin. Hiş û zekayekî awha, ji boheweseke wisa qet tê serfkirin?!

   Ji wir dertê û diçe Cizîrê. Melayên Cizîrê her çiqas di serî de, pê re rabûnemunazarayê; lê paşê wek seydayê xwe qebûl kirin û li balê ders girtin.Bedîuzzemanê ku wisa hîn bûbû ku mehek dudu li ciyekî wextê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat