Kitaplar
Dersên Civakî

tu eleqeya wî ya bi karê dunyayê re nedixwûya. Çi suala ilmî jê bihatapirsîn, derhal û bêtereddut bersiv didayê. Lêbelê kete şuphe ûtered-dudê ku ev usûla wî, li gor heqîqetê û li gor usulên ulemayê din,gelo muwafiq e yan na. Lewma biryara xwe da ku bi ulemayê Kurd ênmumtaz û meşhur re mulaqat bike û şubheha xwe îzale bike û dersekdudu, teberuken ji wan bigre. Ji Seydayê xwe musade girt û berê xweda Bidlîsê û bi rê ket. Lêbelê di rêwîtiyê de, rê û cadde teqîb nedikir. Liçiya û baniyan geriya û meşiya û piştî sê mehan gihîşt Bidlîsê. Bi postekîyê li ser mila û bi kincên derwêşiyê çû tekya Şêx Emîn Efendî û duroj guhdariya dersa wî kir. Şêx Emîn Efendî her çiqas teklîfa lixwekirinakincên aliman lê kir jî, Bedîuzzaman got: (Wê demê ji ber ku hêkamil nebûbû, yanî hêj negihîştibû salên bilûxê, kincên muderrîsekîmuhterem, li xwe neanî. Lewra li Kurdistanê ev kisweyê ilmî, xasê biMuderrîsan e.) “ Ez zarok im. Ka çawa dibim Seyda?” û teklîfa ŞêxEmîn Efendî qebûl nekir. Û çû bal birayê xwe yê mezin ku heyşt- nehmeh ewil li Şêrwanê jê qetiyabû.

   Birayê wî, Mela Ebdullah ji Bedîuzzeman re got ku: “Seîd! Min ŞerhêŞemsî xwend û xilas kir. Te çi xwend?”   Bedîuzzeman: “Min heyştê kitêb xwendin.”   Mela Ebdullah: “Tu çi dibêjî?”   Bedîuzzeman: “Min tehsîla xwe qedand û gelek kitêbên ku di rêzaxwendina min de nînin jî, min xwendin.”   Mela Ebdullah: “Ew çax ezê te îmtihan bikim.”   Bedîuzzeman: “Ez amade me. Çi dixwazî bipirse.”   Mela Ebdullah, Bedîuzzeman îmtihan kir û kîfayeta ilmê wî teqdîrkir; Seîd Efendiyê ku heyşt neh meh berê feqiyê wî bû, wî ew kir Seydayêxwe. Mehek dudu li Şêrwanê bi birayê xwe re ma. Paşê çû Sêrtê. Liwira çar caran teberuken dersa Mela Fethullah guhdarî kir. Carcaranbi Mela Fethullah re dikete nav behsên ilmî û ewî noq û xerqê heyretêdikir. Mela Fethullah derheq ilm û fezla evî feqiyê xwe de, gelek caranmedh û sena dikir. Ulemayê Sêrtê li cîhekî civiyan û Mela Sêîd îmtihankirin. Bersîvên wî, pir medh û teqdîr kirin. Hin melayên dereceyênwan kêm, ji ber reqabet û çavnebariyê, di navbera wan û Mela Seîdde, nîqaş û nîza derket. Di nezera xelqê de, ji ber ku Bedîuzzemanqasî weliyekî xwedîmewqî û qedirbilind bû, her çiqas qismekî xelqêalîkariya wî kirin û muxalifên wî mexlûb kirin jî, bêhna wî teng bû ûterka Sêrtê kir û dîsa çû Bidlîsê. Ew çax çardeh- panzdeh salî bû.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat