Kitaplar
Dersên Civakî

hisiyaye û însan, bi îstîdadatên xwe yên ecêb, tenê ne ji bo heyata vê dunyaya bixirecir û kinikokî hatiye xuluqandin; dibe ku namzedê ebedê ye ku di mahiyeta wî de, xwestekên ku diçin digihîjin ebedê hene û her kes êdî hinekî pê dihese ku ev dunyaya teng û fanî, ji daxwaz û xwestekên însên reî naye.

   Heta heke ji hesta xeyalî ya ku hest û xadimekî merivahiyê ye re bê gotin: Dê ji te re tevî selteneta dunyayê, imrekî ku milyonek sal e bê dayin; lê belê dawiyê dê îdamek bê serê te ku tu, êdî careke din dê neyey vejandin. Helbet xeyalê wî însanê ku merivahiya xwe ya heqîqî wenda nekiriye û baş hişyar bûye, li şûna şadî û mizgîniyê, dê ji ber tunebûna seadeta ebedî, ji kûraniya dilê xwe, bian teessruf û eywax.

   Ha ji ber vê nukteyê ye ku di dilê her kesî de meyleke kûr û dûra gera li dînekî heq derketiye. Berî her tiştî li hember îdama mirinê, li heqîqeteke dînê heq digere ku xwe bifilitîne. Rewşa 'alema niha ji vê heqîqetê re şahidî dike. Piştî çil û pênc salan parzemîn û dewletên kureya 'erdê, ku bêdînîtî eşkera bû, bi vî ihtiyacê şedîd ê beşerî, weke merivan hisiyane. Hem ayetên Quranê, di serî û dawiyên xwe de, beşer hewaleyî aqil dikin; "Li aqilê xwe binihêre!" dibêjin. "Murece'etî fikr û dilê xwe bisiklet. Bişêwire, pê re bide û bistîne; da tu bi vê heqîqetê bizanî." dibêjin.

   Mesela: Binihêrin, di destpêk û dawiyên wan ayetan de dibêje ku: “Çima hûn nanihêrin û îbret nagrin? Binihêrin da ku hûn bi heqîqetê bizanin! " Bal û dêhna xwe bide heqîqeta “Bizanin!” Ê û “Bizane!” yê. “Gelo beşer çima nizane ku dikeve cehla murekkebê? Çima aqil nagihijîninê; dikevin dîwanetiyê? Çima nanihêrin? Kor bûne gelo ku heqqiyê nabînin? Çima meriv, di serguzeşta heyata xwe de, ji ber bûyerên alemê bi bîr naêne û tefekkur nake; da ku rêya îstîqametêbibîne? Çima nakevin tefekkur, tedebburê û çima nafikirin û çima biaqilê xwe muhakeme nakin û dikevin dalaletê? Gelî merivan îbret bigrin! Ji qernên bihurî îbret bigrin û hewl bidin; da hûn ji belayên ma'newîyên ayendeyê bifilitin. " Di gelek ayetên mîna me'neya van ayetan de, cumleyên ayetan, beşerî hewaleyî şêwra bi aqil û bi fikra wî re dike.

   Gelî birayên min ên vê Camiya Emewî û camiya kebîr a 'alema Îslamê! Hûn jî îbret bigrin. Ji van hedîseyên bidehşet ên van çil û pênc salan îbret bigrin. Aqilê xwe baş bidin serê xwe. Gelî kesên mutefekkîrû xwedîaqil û yên ku xwe munewwer dihesibînin.

   Hasilê kelamê : Em Misilmanên ku şagirtên Quranê ne, dibin tabi'ê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat