Kitaplar
Dersên Civakî

Tarîxçeya Heyata Bedîuzzeman

   Bedîuzzeman, di tarîxa 1293yan de, li gundê Nûrsê yê girêdayî nehyaIspaîrt a qeza Hîzanê, wilayeta Bidlîsê hatiye dinê. Navê bavê wî,Mîrze ye. Piştî ku neh salên zaroktiya xwe li mala bavê xwe derbas kir,dest bi tehsîlê dike. Qasî sê salan li cem birayê xwe yê mezin Mela Ebdullahli ser usûla ku li Kurdistanê carî ye, mebadiyên nehw û serfêyên wek Emsîle yê, heta Hellul Meqaîdê bi awayekî mutawassit(yanî ligor usûla Stenbolê Îzharê) tehsîl kir, paşê ji birayê xwe diqete.

   Li Kurdistanê, telebeyê ulûm çi gavê dibe bila bibe, dilê wan kîjanseydayî bixwaze û ji çi kitêbê hez bikin, diçin ders digrin. Yanî telebe,girêdayî daxwaza Seyda nîne. Bîlakîs Seyda tabiyê reya telebe ye.Bedîuzzeman jî, li gorî vê usûlê, qesta çûyîna Sêrtê kir.Piştî ku du meh li Sêrtê, li medresa Mela Fethullah bi tehsîlê meşxûlbû, terka Sêrtê kir û çû bal Mela Ebdulkerîm Efendiyê muderrîsê medresaMîr Hesenê Welî, li Muksê. Piştî ku qasî du mehan ji wî zatî feyz ûilim wergirt, qesta rêya Westanê kir. Li Westanê, ji ber tebdîla hewayê,qasî mehekê bi tehsîlê meşxûl nebû, paşê ber bi Bazîdê ve hereket kir.Han, destpêka tehsîla wî ya heqîqî, piştî vê tarîxê ye.

   Li Bazîdê li cem Şêx Muhemmed Celalî qasî sê mehan tehsîla ilmêkir. Lêbelê ev tehsîla wî ya hanê, gelek balkêş e. Lewra di navbeyna sêmehan de, li gor usûla medresên Kurdistanê, ji Mola Camiyê bigre, hetadawiyê xilas kir. Yanî ji her kitêbekê dersek yan du ders, herî zêde dehders xwend û yên mayî terk kir. Seydayê wî Hezretî Şêx MuhemmedCelalî her çiqas ji vî halî qaîl nebû û îtiraz kir jî, lê Bedîuzzeman dibersiva xwe de gotiye: “Seyda! Ez nikarim evqas kitêb û evqas ulûmabixwînim û fêm bikim. Bes ku ez bikaribim têbighêm ka ev kitêbanabehsa çi dikin; paşê ez dê li wan ên ku li gor fitreta min in, bixebitim.”Feqet meqsedê wî yê eslî ew bû ku di usûla medreseyê de, tecdîd ûnûjenî û balkêşiyekî bide nîşandan û wextê xwe bi evqas şerh û haşiyeyan,zayî neke. Wihareng di nav sê mehan de kitêbên ku li gorusûlê di nav bîst salan de têne xwendin, tehsîl kir û qedand. Piştî wîli ser pirsa Seydayê xwe ya bi vî rengî: “Te ji kîjan ilmê hez kir û teçawa dît?”, di bersiva xwe de got: “Ez di navbera van ulûma de ferqnabînim. Yan ez hemûyan dizanim. Yan jî qet yekî jî nizanim.”   Wê demê çi kitêb bida destê xwe, fêm dikir û wextê xwe her dembi mutalae û xwendinê derbas dikir. Ewqas noqî nav ilmê bûbû ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat