JI EHLÊ WUQÛFA URFAYÊ RE CEWAB
Ji ehlê wuqûfa Urfayê re cewab: Êrîşeke şayanê heyretê ye ku ehlêwuqûfa Urfayê, bi temamî wateyeke xelet daye meseleyeke ku berî çilsalî hatiye nivîsandin û gelek caran dubare li ser hev hatiye çapkirin,mîna ku îsal hatibe nivîsandin, wan navê propogandayê lê kiriye. Ewmesele jî ev: Hin munafiqan di destpêka Herba Giştî û wexta herbê de, ji bo kutêkiliya me ji Almanê ku di herbê de mutefiqê me bû bibirin û di binperdeya Rojavayîbûnê de, li Pûrûtiyê digeriyan ango wan dixwest kusiyasetê ji bêdînîtiyê re bikin halet, wan weha got:“Alman, bi sosyalîstiyê dimeşe, dê zerarê bide dînê me.”Min jî wê hingê weha gotibû: “Sosyalîstî nikare têkilî Îslamiyetê bibe û nikare zerarê bide dînême. Hem Alman, nikare me bixe sosyalistiyê; lê belê Rojavayîbûnû qismê fena yê medeniyeta Îngilîz û Frensî, di bergîdana ku em biawayekî qismî dest ji dînê xwe berdin de, ew dê me mecbûrî medeniyetekebizerar bikin. Ji ber ku fenatiyên wê medeniyetê, bi ser başiyênwê dikevin em, sosyalîstiya Almanê ku muttefiqê me ye, ji ber ku têkilîdînê me nabe û me sewqî sosyalîstiyê nake, tercîh dikin.”
Eve digel ku rastiya vê meseleyê ev e û berî çil salî hatiye nivîsandinû weşandin; kesî dengê xwe nekiriye û di mehkemeyan de hatiye beraetkirin.Ji ber ku a niha nexweş im, dozger ji bo ku îfadeyê min bigre, hatbal min û got ku: “Ehlê wuqûfa Urfayê gotiye ku ‘Ew bi wê kelîmeya [Sosyalîstî, lihember medeniyetên Rojavayî, tê tercîhkirin.] ku ji wecîzeyên wî yênPêveka Elxutbetuş Şamiye ye, ji Bolşevîkiyê re propogandayê dike.”Min jî got: “Bolşevîkî tiştek e; sosyalîstî tiştek e. Almanê Sosyalîst li kê derê;Rûsê Bolşevîk li kê derê? Hem ji ber meseleyeke ev çend bêwate kuberî çil salî hatiye nivîsandin, wan, sê telebeyên egît ên Nûrê yên Urfayêhebis kirin.”
Dîsan dozgerî got: “Ehlê wuqûf, cumleyeke din jî weke sedemê mesûliyetê nîşan dide.