Rojnameya Volkan Rojnameya MîzanHejmar: 110 Hejmar: 1297 Nîsan 13254 4 Nîsan 132520 Nîsan 190917 17 Nîsan 1909
Ji Eskeran re Xîtab
Gelî eskerên bişan ên muwehhidîn! Ez fermanê Fexrê alemê eleyhîsselatuwesselam ji we re teblîx dikim ku di daîreya şerîetê de îtaeta jiululemran re ferz e. Ululemr û seydayên we, ew esferên we ne. Ocaxa/melbenda eskeriyê, di dirûvê fabrîqeyeke mezin û qirase de ye. Gavayek çerxeke wê, di întîzam û îtaetê de serkêşî bike, ew fabrîqe hemûherc û merc dibe û dikeve geremolê.
Ew fabrîqeya we ya muntezem û hêzdar a eskeriyê, ji sî milyonOsmaniyî û ji sê sed milyon Îslamiyî re ciyê palpiştî û kanaalîkarîxwestinê ye. We ku du îstîbdadên/despotiyên bidehşet, bi awayekî bêxwîn û jinişkan ve kuşt, hûn bûn nuwaze û we bi vî awayî, du mûcîzeyên ronakên şerîeta pak û zeraq derxist holê û we bi vî awayî kir ku li hemberzeîfiya dîndariyê, hêza Îslamiyetê û qudsiyeta şerîetê, bi du delîlanderkeve ber çavan. Heke me di ber bihayê van her du şoreşan de sedhezar şehîd bida, me dê ew erzan bihesibanda. Çi heye, gava yekê jihezarê ji îtaeta we, bê fedakirin, wê gavê xedreke gelek giran li medibe. Çimkî, kêmbûna îtaeta we, mîna wê kêmbûna uqdeya jiyanê ûketina germahiya wucûdê ye ku bi mirinê bi encam dibe.
Tarîxa alemê ji serî heta binî şahidî dike; ku neferên eskeriyê, gavatêkilî siyasetê bibin û mudaxeleyî siyasetê bikin, hem ji aliyê dewletêve hem ji aliyê miletê ve, dibin sedemên gelek zerarên dehşetiyane.Helbet hemiyeta we ya Îslamî, dê nehêle ku hûn li ciyên zerarên weha,bisekinin û dê rê nede ku hûn zerarê bidin wê heyata Îslamî ya ku barêser milê we ye. Yên ku li siyasetê difikirin, ew esfer û ululemrên we neku di hukmê hêza we ya hizir û fikirînê de ne. Hin caran ew tiştên ku hûn zenna zerarê jê dikin, ji aliyê siyasetê ve,def’a zerarên mezin dikin. Îca ji ber vê yekê, ew eynî meslehet/feydebi xwe ne û esferên we, bi tecrubeyên xwe, vê dibînin û li we fermandi-kin. Wê gavê ew dudiliya bi we re, ne caiz e. Ew kiryarên ne-meşrû