Rojnameya SerbestîHejmar: 1525 Nîsan 132518 Nîsan 1909
Ji Birayên Min ên Esker re
Gelî eskerên muwehhîdîn!
Ez li ser navê şerîetê ji we re dibêjim ku ruh û giyanê qeweta Îslamê,artêş e. Îca ruh û giyanê artêşê û hêza wê ya fikirînê jî, ew esfer ûza-bitên mektebê ne. Têkilbûn û dijderketina li hember wan, wisane, mîna ku bi jiyana gel û dewletê re cînayet bê kirin. Di alema îro de(tiştê) desthilatdar û hukumferma, ew egîtiya eqlî û fikrî ye ku yekewê, bi hezarî ye. Yê ku ronakbîrekî/roşinbîrekî mektebî wenda bike,wisan zerar dike mîna ku bi hezaran kesî, di pêşbaziya medeniyetê dewenda bike. Îca vî zemanî, tenê ew egîtiya maddî têr nake û ne bes e.Lewra biyaniyan, bi xêra fenna herbê zora me biriye.
***
Di nav salekê de ku zabit û esker ketin nava cemiyetan û bi vî awayîtêkilî siyasetê bûn, bûbûn sedem ku gelek tovên fesad û fenatiyê werinreşandin û qabiliyet çê bûbû ku îtaet xera bibe. Heke ev bûyera dawîneqewimiya, dê wisan bibûya ku hezar qat ji rewşa niha bizeratir zerarêndehşetî bidana. Lewra înqiraz û bidawîbûna wê, dê muheqqeqbûya. A niha elhemdulîllah, dilê me bi berdewamiya meşrûtiyetê xweşû ewle ye. Bi ser de jî vê şoreşa duduyan, ew fesada şofî/têger, mehfkir. Piştî ku inqilab çê bû, yên ku artêşê tevlî siyaset kirin û bi wê rêyêjî, yên ku îtaeta eskeran qels kir, ew cînayet û xetayên wan merivên berîinqilabê ne. Berpirsiyarî, di sitûyê wan de ye.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
***