Rojnameya Volkan Rojnameya Serbestî Rojnameya MîzanHejmar: 107 Hejmar: 151 Hejmar: 1284 Nîsan 1325 4 Nîsan 1325 2 Nîsan 132517 Nîsan 1909 17 Nîsan 1909 15 Nîsan 1909
Ji Eskerên Me yên Qehreman re
Gelî eskerên bişan ên muwehhidîn! Û gelî qehremanên muhteşemku we ev miletê mezlûm û ev Îslama muqeddes ji talûkeyeke mezindu caran xelas kirine! Cemal û kemala we, întîzam, înzîbat û ewlehî ye. We ev jî, di demeketevlîhev de, bi awayekî têrbaş nîşan da. Îca heyat û qeweta kuheye, îtaet bi xwe ye. Vê meziyeta muqeddes, qendera ji bo amirekîxwe yê herî biçûk be jî, nîşan bidin. Namûsa sî milyon Osmaniyî û sêsed milyon Îslamî, êdî bi îtaeta we ve girêdayî ye. Sencaqa/alaya Îlahîya tewhîdê, di wî destê we yê egîtiyê de ye. Îca hêz û qeweta wî destêwe yê mubarek jî, îtaet e. Zabit û esferên we, pederên we yên bişefqetin. Bi Qur’an, hedîs, hîkmet û tecrubeyê sabit e ku îtaeta ji amirê heqperwerre, ferz e.
Ji aliyê we ve tê zanîn ku nufûseke bi qasî sî û sê milyonî, di nav sedsalî de, şoreşeke weha nekir. Ew qeweta we ya heqîqî ku ji îtaeta wederket, temamê miletê Îslamî kir deyndarê şukranê. Îca ji bo ku hûn vêşerefê bi awayekî têrheq teyîd bikin, divê hûn îtaeta esferên xwe bikin.Namûsa Îslamê jî, di wê îtaetê de ye. Ez dizanim, ji bo ku hûn wanamir û fermandarên xwe ku pederên we yên şefqetkar in, mesûl nekin,we ew tevlî îş û karan nekirin. A niha îş û kar qediya. Xwe bavêjinhemêza esferên xwe. Şerîeta pak û ronak, weha ferman dike. Lewraesfer, ululemir in/rayedar in. Îtaeta ji ululemran re, ferzul’eyn e. Bereveniyaşerîeta Muhemmedî (eleyhîsselatu wesselam) jî, bi îtaetê ye.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
***