Îca nabe ku ji bo zerarên biçûk, ew menfîeta mezin a alemê bê îhmalkirin.
Guman: “Tu, îmzeya/şanenava xwe, ‘Bedîuzzeman’ dinivisînî. Leqeb,medhê/pesindariyê îma dike.”
Îrşad: Ne ji bo medh û pesnê ye; ez belgeya/seneda uzrî ya qusûrênxwe, bi vê unwanê nîşan didim. Çimkî wateya bedî, xerîb e. Exlaqêmin, mîna sûretê min, şêwaza beyana min, mîna çek û kincê min, xerîbe, muxalif e. Ez bi zimanê rewşî yê vê unwanê rica dikim ku ew muhekemeyêneqlî û ew şêwazên ku îro di nav gel de weke erf û edet in, jimuhemekeme û şêwaza min re weke miqyas û mîheng neyen îtîbarkirin.Îca mebesta min pê, “bedî’ê ecêb” e.
Ez bûm meseddeq rastderxistoyê
إِلَيَّ لَعُمْرِي قَصْدُ كُلِّ عَجِيبَةٍ * كَأَنِّي عَجِيبٌ فِي عُيُونِ الْعَجَائِبِ
Mînakek wê: Ev bû salek ku hatime Stenbolê, min inqilabên sed salîdîtin.
وَالسَّلَمَةُ عَلَى مَنِ اتَّبَعَ الْهِدَايَةَ
2Em bi zimanê hemû mumînan, sed hezar carî dibêjin:Bijî şerîeta Ehmedî!
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî***
Ji Biraderê Min Derwîş Wehdetî Begî * re
Edîb ku hene, divê bi edeb bin. Hem jî divê ku bi edebê Îslamî edebkirîbin. Hesta diyanetê ku di wicdanan de ye, bila nîzamname û tuzukaçapemeniyê, bi keys bike û tenzîm bike. Lewra vê şoreşa şer’î nîşanda, tiştê ku di temamê wicdanan de hukumferma û desthilatdar e, ewxîret û hemiyeta Îslamî ye ku nûren-nûr e. Bi ser de jî hat famkirin kuÎttîhada Muhemmedî, temamê eskeran û ehlê îmanê hemû digre navaxwe. Tu kesê xaricê wê tune ye.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
***