Kitaplar
Dersên Civakî

   Guman: “Te li Selanîkê, bi Îttîhad û Tereqqiyê re îttîfak kiribû, tu çimaji wan qetiyay?”

   Îrşad: Ez ji wan neqetiyam; ji wan hin kes qetiyan. Ez bi merivênmîna Niyazî Beg û Enwer Begî re a niha jî muttefîq im; çi heye ku hinkes ji wan ji me qetiyan, ji rê derketin û ketin rêya rîtamê. Şik û gumanamin ji hemiyeta wan tune ye; lê belê wan di bergîdana vê hemiyetaxwe de, hest û pêjna xerezan kir û ji ber vê jî wan da pey xerezan.Îro, şerîet wan vedixwîne ku ew jî bikevin bin nav û unwana ÎttîhadaMuhemmedî û bi vî awayî, ji bo ronîkirina fikr û ramanên gel xîzmetbikin. Gelek kesên ji ehlê hemiyet û xîretê hebûn, wan li gor fikra xwezenn dikir ku şoreşa me, xwînî ye û ji ber wan nexweşîn û merezênxwe yên nefsanî, wan ew çek û sîlehên xwe yên manewî yên mîna kîn,neyartî û rikoyîtiyê amade kiribûn. Îca a niha ji ber ku şoreş bêxwîn e ûji ber ku hin ji wan ehlê xerezê, xerezên wan şiyar kirin, ciyê ku wan dêbi wan çek û sîlehên xwe yên manewî, ji bo meşrûtiyetê cî fireh bikira,îro ew rabûne, bûne fedayiyê wî exlaqê rezîl û fikra tolhildanê bi wanre çê bûye û wan ew çekên xwe yên manewî, li hember meşrûtiyetêkirine ji wan çek û sîlehên bidehşet.

   Ez, timî bi wan merivan re me ku bi hemiyet in û dîndar in. Min liSelanîkê, di meydana hurriyetê de, bi nutûqa xwe, mesleka xwe îlankir. Îro jî ez li ser şopa wê mesleka xwe me. Ez hewl didim ku wêmeşrûtiyeta meşrû ku navgîna wê î’laya mezinatiya Îslamê û î’layakelîmetullah e, di daîreya şerîetê de bidim berdewamkirin.

   Guman: “Ev çi ye ew qas têkilliya te weha bi Volkanê re heye? KaÎttîhada Muhemmedî dê bi vê, çi xizmetê bike?”

   Îrşad: Dîn ku heye, ji pend, nesîhet û şîretan pêk tê. Di nesîhetê de jîpêdivî, bi tesîr, karîgerî û bandorê heye. Îca tesîr û karîgerî ku heye, biwê coş û peroşa wê hemiyeta Îslamî û hestiyariya wicdanî ve girêdayîye. Em jî, bi wî navê balkêş û cazîbedar ê Îttîhada Muhemmedî, li hemberwicdanê her kesî pace û şivakekê vedikin. Bi navgîniya Volkanê ûrojnameyên dî yên mîna wê, em dixwazin ku pend û şîretên dînî, bi serwan wicdanên hestiyar û coşiyar de bidin barandin.

   Îca em ji wan kesên ku li hember van teşebbusan dibin kelem û astengre dibêjin ku: Ji ber rohniya tav û heyvê, gava hin zerarên biçûkderdikevin, mîna wan dîn û mecnûnên ku li hember derketina/hilatatav û heyvê dijberiyê dikin, hûn jî derketine li hember vê Îttîhada Muhemmedîku şerîeta ronak e û eynika wê ye, bela ku hin xerezên şexsîketine navê, hûn li hember tecelliyên wê, dibin kelem û asteng.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat