Kitaplar
Dersên Civakî

qiyas bikin û bi vî awayî peşk bavêjin cemiyeta me û bela xwe li mebidin, em bi hemû qeweta xwe redd dikin. Em tînin bîra wan kesênîtîrazkar ku bila xwe nekin musteheqê wê şîmaqa bêeman a demê.

   Guman: “Di cemiyetan de digel ku teşebbusên bi xefyanî hene,Îttîhada Muhemmedî, ji ber çi razên xwe aşkera nake û pêdivî nabîneku teşebbusên xwe, bi awayekî elanî diyar bike?”

   Îrşad: Îsamiyet, aşkera ye; hem jî gava ew qeweta wê ya berfirehbûnêbê tengijandin, dê hemû alemê bihejîne. Hem jî gava zorêbidin wê hêza wê ya firehiyê, dê alemê bide ber hejîna xwe. Îca bi xefkirinû nepenîkirinê, ji ber ku hîle, guman û şik tên vexwendin, ewheqîqeta ku dûrî hîle û şubheyan e, pêdivî bi xefyanî û nepenîkirinê jînabîne. Jixwe vî zemanî hîle, terka hîle ye û rastî bi xwe ye. Bi ser dejî, ev cemiyet, bi cemiyetên dî re naye qiyaskirin. Çimkî ew (cemiyetêndî), hîna nû tên damezrandin; ev cemiyeta ha ku heye, jixwe ji berê vedamezrandî bû û di hin quncikan de tecellî dike. Ew heqîqeta mezinku nîvê kureya erdê daye ber xwe û tê de veşartî ye, dem hatiye ku jibin wan tebeqeyên dilwasewasî, dilxuşûşî û bedgumanan derkeve; jiber wê yekê, wê heqîqetê dest bi tevgerê kiriye. Ji hin quncikan ve, hinaliyên wê heqîqetê dibiriqin. Îca gava ku Îslamiyet, di serdema xwe yaewil de gihîşt (hejmara) çelî/çilî, êdî xwe veneşart; îca îro, di pey kugihîştiye sê sed milyonî de, ka dê bi çi awayî xwe veşêre?

   Guman: “Hin kesên bêqewl û qerar hene, ji wan kesên ku şerîetêdixwazin re, ‘murtecî/paşverû’ dibêjin.”

   Îrşad: Îca ew jî me mecbûr dikin ku em ji wan re “bêdîn, enarşist”bibêjin. Em ji wan re dibêjin: Bi we nebû (ji we nehat) ku hûn meşrûtiyetê,bi sefsete, bi tiştên beredayî û bi hîleyan biparêzin. Bi ser de jî weew, li hewa hişt. Îca amanca me ew e ku em, meşrûtiyetê, bi qewetaşerîetê, biparêzin û wisan bikin ku reh û kokên xwe berde erdê û xweşcî bigre. Ha, heke bi qasî zerreyê, însafa wan hebûya, wan hem ji hermerivê ku ne di wê mesleka wan a fewzaî/enarşîtiyê de ye re, nedigot“murtecî”. Çimkî ji mesleka wan heta îrtîcayê, gelek mertebe, qûnax ûmenzîl hene. Ew jî mîna hezeyana wan kesên ku dibêjin: “Yê ku ne liLondrayê be, helbet li Çînê ye. Yê ku ne bi cerbeze û sefsete be jî, helbetkerr û gêj e.” û tiştên beredayî dikin. Çimkî ne li Londra û Çînê ye; lêbelê li Stenbol û Heremeynê ye. Jixwe ew ê ku xwedî cerbeze be û nekone be, ne kerr û gêj e; belkî xwedî hîkmet e. Îca ew ê ku ne enarşist ûfarmason e jî, ne murtecî ye; belkî şerîeta pak û ronak dişopîne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat