Kitaplar
Dersên Civakî

heqîqetê mezin/bilind e; ji tu tiştî re naye fedakirin. Şerîet, bi tu awayînabe navgîna xerezê. Ka Sureyya çawa dibe melkes an jî ka çawa mînagûşiyê tirî tê xwarin? Ew ê ku ji Şemsa/Roja heqîqetê re “ufepuf” bike,îlan dike ku bi cinan ketiye û dîn bûye.

   Gelî cemiyetên dînî! Amanca me ew e ku ew cemiyetên ku ji hev cihêcihê ne, di meqsedê de îttîhad bikin û bigihîjin hev. Îca çawa ku îttîhadadi meslekan de ne mumkun e, ne caiz e jî. Lewra rê li ber teqlîdê vedikeû vê gotinê bi merivan dide gotin: “Çi ji min re, bila yekî din li serê bifikire.”Em ji Îslamê re xizmetê dixwazin; her bi çi rêyê be jî.

   Guman: “Ev cemiyeta fermî ya vê derê ku esil numûne û muqeddemeyaÎttîhada Muhemmedî ew e, îca piraniya wan kesên mîna întîsabiyamanewî, ji aliyê sûretî/şeklî ve întîsab dikin û xwe pê ve girê didin,awam in û hinek ji wan jî, rewşa wan ne diyar e. Ji ber vê yekê, weharenge ku palpiştiya wan, ne li ser esasekî saxlem e.”

   Îrşad: Her mumîn daxilê Îttîhada Muhemmedî ye. ÎttîhadaMuhemmedî ya îro ku numûne û mueqeddîmeya wê ye, bi tu awayî rênade qesd û xerezan. Îca ji ber vî awayî, dirûvê wê dide wan serdemênpêşî yên Îslamê. Îca hemin amanca îttîhadê ku heye, î’laya kelîmetullahe; teşebbus û tevgerên wê bi xwe jî, îbadet in. Di îbadet û mizgeftê dederwêş û geda yek e. Wekhevî, dustûrê heqîqî ye. Ji xeynî teqwayê tuîmtiyaz tune ye. Lewra ew ê herî bişeref, ew e ku herî zêde xwedî teqwaye; îca ew ê ku herî zêde xwedî teqwa ye, ew e ku herî zêde nefsbiçûkû mutewazî ye. Nexwe ew ê ku ji aliyê sûretî ve jî, mîna întîsabiyamanewî bibe tabi’ê vê cemiyetê, dê bibe xwedanşeref; ne ku dê şerefbidê. Dilopek, nikare behra umman zêde bike. Çawan ku cêrek, têrabehreke umman nake, Îttîhada Muhemmedî jî, dê li Stenbolê neheşireû bisînor nebe. Îca ka li kê derê ma ku di vê cemiyeta fermî de biheşire!..Îca ew întîsaba wan merivên rewşnediyar, nikare vê heqîqeta mezinbilewitîne. Çimkî ew bi xwe bilewite jî, îmana wî/wê muqeddes e, rabitejî îman e. Îca bi hinceteke weha, lekedarkirina/lewitandina vî navêmuqeddes, rasterast ew e ku bi qîmet û mezinahiya Îslamê nizanin ûxwe wisan îlan dikin ku ew bi xwe, cahiltirînê merivan in. Çimkî merivbi yek guneyekî kebîr, ji îmanê dernakeve. Bi ser de jî, ji ber ku hîna roj jialiyê rojava ve derneketiye, ji wan kesên ku bi rewşnediyariyê tên binavkirin,deriyê tobeyê jî, vekirî ye. Jixwe çawan ku cêrek ava ne-cisbûyî,nikare behrekê necis bike, ew cêrê necsibûyî bi xwe jî, di wê behrê detahir dibe. Ji vê cemiyeta me ya ku muqeddîmeya Îttîhada Muhemmedîye re, ew cemiyetên dî yên dunyayî, nabin qiyas. Îca heke hinek wisan

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat