Kitaplar
Dersên Civakî

   Ew xwegirêdana bi wicdan ve û ew tevgerîna li gor hukmên şer’ê,temambûna azadiyê ye; ne dijraberî ye. Çi heye ku hûn, ji ber tebîetazarokatiyê ji ber xapandina hewa û hewesê, hin guneh û kirêtiyênmede-niyetê, weke xweşiyan dibînin û zenn dikin. Çi heyf e ku ew,eynî mîna wî hingivê bijehr, xapîner e. Îca tu xweşî û başiyeke heqîqîya medeniyetê tune ye ku di şerîetê de, bi awayekî zipîzelal an jî biawayekî ji ber divêtiyan an jî, bi awayê îzindayînê yan jî xweştirê wêtune be. Bi ser de jî hin bêgiram hene, ji ber ku naxwazin azad bijîn,dixwazin bikevin bin îstîbdad û esareta rezîl a wê nefsa emmare ya kuli pey tiştên pîs e.

   Elhasil: Ew azadiya ku li derveyê şerîetê ye, yan îstîbdadeke di qalibekîdin de ye yan jî, esîrtiya destê nefsê ye yan jî wehşet û hovîtiya heywanî ye.Bêgiramên weha, bila baş bizanibin ku bi bêdiyanetiyê û bi sefîhiyê, nikarinxwe bi tu biyaniyekî xwedanwicdan bidin hezkirin û nikarin xwe bixin dirûvêwan. Lewra ew kesên bêmeslek/bêpîşe û sefîh, nayen hezkirin û kincê jinan, limêran naye.

   Guman: “Ev cemiyet, wisan dike ku qewet, di navbera wê û cemaetêndî yên dînî de bê dabeşkirin. Dibe sedem ku reqabet/hevrikî ûnefret çê bibe/derkeve.”

   Îrşad: Ewwela: Ji ber ku di wan karûbarên dînî de dexesî û hevdafdanû gengeşî tune ye, kîjan ji van cemiyetan ku bikeve gen-geşî/munaqeşeû reqabetan, nîşan û elamet e ku ew bi xwe riyakarî û nîfaq ûfesadê dixe îbadetê.

   Ê duduyan: Em wan cemiyetên ku li ser navê hezkirina ji dîn hatinedamezrandin, li ser bingeha du şert û mercan, teqdîs dikin û em bi temamêwan cemiyetan re dikarin bikevin îttîhad û yekîtiyê:

   Şertê Pêşî: Ew e ku berevaniya wê meşrûtiyeta meşrû/rewa bê kirin.   Şertê Duduyan: Ew e ku di rêka muhebbetê/hevhezkirinê de hereketbê kirin û divê ku ne li pey wê xêrnexwaziyê be ku xwe hêja bidenîşandan; lê belê cemiyetên din jî, ji bo vê yekê lekedar bide nîşandan.Heke di cemiyetekê de xeta hebe, divê wisan bike ku xetayên wê,hewaleyî wê “cemiyeta alimên” ku muftiyên ummetê ne bike. Hem jîdivê ku bi hêz û qeweta cemiyetê, xwe neke hakim û zordest. Çimkî bilezzeta wê zordestiya siyasî, her kes sermest/serxweş dibe û êdî carekedî naxwaze ku dest jê berde.

   Ê sisiyan: Ew cemiyeta ku ji xwe re, î’laya kelîmetullah weke hedafaamancê diyar kiriye, ji tu xerezî re nabe navgîn. Heke bixwaze jî, muweffeqnabe; Çimkî ev ku heye, berîhevdan û fesadî ye. Xatirê heq û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat