dewam û ruhê meşrûtiyetê ye û meşrûtiyet ancax dikare bi xêra wê xweli ser piyan bigre û murşidê wî jî dîsan ew e, ne-muslîm ku hene, divêku ji vê îttîhadê neveciniqin; berevajiyê wê, divê ku vê îttîhadê teqdîsbikin û pê re jî kêfa wan bê.
Guman: “Îhtîmal heye ku ecnebî/biyanî, ji vê bibizdin.”Îrşad: Yên ku îhtîmal didin vê îhtîmalê, ew bi xwe dibizdin. Çimkî liwan navendên teessûbî yên wan ecnebiyan, li ser mezinbûna Îslamê,konferans tên dayîn û Îslam tê teqdîskirin. Ev jî ku heye, vê îhtîmalêredd dike. Feylesofê navdar Mister Karlayl, ji Emerîkayê, bi dengekîbilind, qudsîtiya Îslamê, bi temamê Ewrûpayê daye bihîstin.
Jixwe dijminên me, cahilî, feqîrî û îxtîlaf e. Îca Ewrûpayê jî, mifa jivan dijminên me girt û wan em kirin bin îstîbdad û despotîzma xweya manewî. Bi vê îttîhadê, em dê êrîşê bibin ser van sê dijminên xweyên bêînsaf –di serê pêşî de jî em dê êrîşî îxtîlafê bikin.- Lê belê em dêbi çavê neyaran li van ne-muslîman/biyaniyan nenihêrin; heta em dêbi çavê dost û xadimiyê li wan binihêrin. Çimkî ew ku hene, zorê didinme û me sewqî şaristanî û pêşveçûnê dikin ku em vî zemanî seadetaxwe qezec bikin û ji bo î’laya kelîmetullah jî ew ji me re dibin alîkar. Biser de jî, bela ku biyanî, tevî/digel medeniyeta xwe hêzdar in, cî û sedemji teessub û neyartiyê re nemaye. Çimkî li gor dîn, ancax bi îqnakirinêmeriv dikare xwe li ber medeniyan rabigre; ne bi zorpêdayînêye û bi wê yekê ye ku em, bi kirin û exlaqê xwe nîşan bidin ku Îslammehbûb û mezin e û biserketina me ya li hember wan, ew e ku emji aliyê maddî ve bi pêş ve biçin. Îca zorpêdayîn û neyartî ku heye, lihember wehşîtî û hovîtiya wan dirinde û wehşiyan e ku ji gotinê famnakin an jî, naxwazin fam bikin.
Guman: “Ruknekî meşrûtiyetê, ew azadiya bêkêmasî ye. Hal kuhal e, Îttîhada Muhemmedî ku sunneta Nebewî ji xwe re dike hedefaamancê, gef li azadiyê dixwe, wê tehdîd dike û dijraberê gelek pêdiviyênmedeniyetê ye.”
Îrşad: Ew azadiyê bi hudûd dike wisan dike ku bi lêgerînê tekmîl bibe ûbi şûrê şerîetê, li hember wan guneh û kirêtiyên xapînok ên medeniyetê radiwesteû nahêle ku di hudûdê azadî û şaristaniya me de derbas bibin. Çimkîesil ê ku azad e, mumîn bi xwe ye. Bêdîn, timî di bin îstîbdadê de ye. Çimkîew ê ku bi awayekî baş û tekûz, ji Sani’ê alemê re ebd û xîzmetkar e, divêku li hember îstîbdada tu kesî tenezzulî zelîliyê neke. Îca bihudûdkirin ûbisînorkirina azadiyê, ji aliyê merivahiyê ve divêtî bi xwe ye. Jixwe azadiyamutleq/bêsînor, wehşeta/hovîtiya bêsînor bi xwe ye, heywanî ye.