Kitaplar
Dersên Civakî

   Îrşad: Ev ku heye, ne cihêkirin û cihêxwaziyê; lê belê ew e ku cemiyetanbigihîne hev û dî. Bi ser de jî, bêhêvîtiyê nade; berevajiyê wê,hêviya jiyanê û îttîhadê dide. Çawa:

   Ew heqîqeta mezin ku di nîvê kureya erdê de hatiye xiznekirin ûmîna demarên zêran, gava quncikekî wê derdikeve, wisan diçirise kumizgîna vedîtina bi temamî ya wê heqîqetê dide. Bi ser de jî, ew ÎttîhadaMuhemmedî ku hindikekî ji quwweyê derketiye fîîliyê, mîna ku bişiv û daran li mumînan bide û wan hişyar bike, hewl dide ku bi şewqû halana wicdanî, di rêya tereqqî û pêşveçûnê de, rasterast berê wanbide navenda kemilînan û dê wan sewqî wê derê bike. Çimkî vî zemanî,rêya herî mezin a î’laya kelîmetullah ew pêşveçûna bi awayê maddî ûmanewî ye. Lewra ecnebiyan/biyaniyan, bi tereqqî û pêşveçûnê zorame bir. Me jî bi dijberiya xwe ya li dijî şerîetê û bi exlaqê xwe yê nebaş,alîkariya wan kir.

   Îca îro tiştê ku ji me re divê, ew e ku –wê zincîra muteselsîl a nûranîku wê bi xwe ew navendên Îslamî bi hev ve girê dabû û îca em ji wêsukûn sakiniya wê ketin xefletê, me jê fam nekir, jê mifa negirt- emdivê wan ji nû ve bilivitînin û bixin tevgerê. Û wê muhebbet û hezkirinaku di dendika birayetî û uxuwwetê de bicîkirî ye, divê em mînadara tûba mezin bikin. û divê em xîreta Îslamî bînin coş û peroşê û bikinku enasir baş bigihîjin, hev bigrin û bi vî awayî qewet û marîfetê çêbikin. Em ji sadedê/mijara eslî derketin; ka çi bikim, a niha hat xeyalêmin. Çawa:

   Amir û hakim, divê ku wicdanî be. Ku ne wisan be, em dê timî dibin pêkutî û zordestiya îstîbadê de bimînin. Amirê wicdanî jî, tê li serronîbûna fikrê disekine. Îca ronîbûna fikrê jî, di herkesî de, yan dê biçand û marîfeta giştî yan dê bi şaristaniya tam an jî dê bi hissa Îslamêbibe. Çi heye ku ji hezarî tenê deh heb, bi şaristanî yan jî bi marîfetêxwedî fikreke ronakbîrî ye. Îca ev jî, dibe sedem ku ahenga pêşveçûnêxera bibe. Ji bo wê ahenga bipîrûpergal, divê ku em dînê Îslamê, ji xwere bikin çirax û fanûs û rêber. Heta ku her kes karibe bibe xwedî fikrênronîdar. Çimkî bi hissa dîn, ew kesê herî ‘amî, mîna wan kesên herîronîfikir, dibe xwedî hest û hestiyar. Ku nebe munewwer/ronakbîr jî,dilê wê ronî dibe. Gava ku hest xweş bibin, fikir jî ripîrast dibin.

   Guman: “Ew ne-muslîmên ku di nav me de ne, dê li behane û hincetanbigerin an jî dê bisilikin û biciniqin.”

   Îrşad: Xwegirtina li hincet û behaneyan, gedetî ye; îca silikîn û veciniqînjî, cahilî bi xwe ye. Çimkî selameta ne-muslîman, bi seadet ûxweşiya welêt e. Îca ji ber ku Îslamiyet, şerîet û milliyeta me ye û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat