Kitaplar
Dersên Civakî

hemû mumînan digre bin per û baskê xwe û dibe ku her yek cemiyetaÎslamî jî di nav xwe de bihewîne. Çawan ku hemû mumîn Muhemmedîne, her ferdê mumîn jî, Muhemmedî ye. Em jî Muhemmedî ne, Ehmedî ne.Guman: “Damezrandina cemiyet û komên weha, dê wê îtaet û îcraetahukûmetê ku lawaz bûye, xera bike. Çimkî heta a niha jî, em biawayekî baş negihîştine rewşa şaristaniyê. Îca ji wehşet û cahiliyê jî,neyartî û bawerhişkî/teessûbî derdikeve.”

   Îrşad: Şertên ku meriv bi vê cemiyetê ve werin girêdan hene. Ew jî evin: Divê ku li gor emr û fermanên şer’î tevbigerin û xwe ji wan tiştênku hatine nehiy û qedexekirin jî dûr bigrin û bi ezmeke birra divê kuberevaniya wê meşrûtiyeta meşrû bikin û di vê rêyê de jî divê xîret ûhewl nîşan bidin. Îca ew ên li gor van şertan tevbigerin, bivê nevê, jibo îtaeta hukûmetê, dibin kaneke baş û ji bo îcraeta wê jî dibin mecrayekexweşik. Çimkî ew ku hene, bi emrên şer’î hatine girêdan. Mînaferdên hin cemiyetan, nikarin meyla xwe bidin ser tevlîhevî, geremolîû enarşîtiyê û nikarin wisan zû bikevin wan kar û kiryarên bi serê xweû zû bi zû li tu kesî zordestiyê nakin. Jixwe hukûmet bi xwe jî, ne lider-veyî vê cemiyetê ye.

   Guman: “Ew kesên ku vê cemiyetê biecibînin û xwe pê ve girê bidin,bi çi wezîfedar dibin?”Îrşad: Bi du wezîfeyan wezîfedar dibin:

   Wezîfeya pêşî: Divê ku li hember nefsa xwe bikeve cîhada ekber/herîmezin. Ango divê ku bi hewl û ezmeke mezin, teşebbus bike ku li gorşerîeta pak û ronak tevbigere û sunnetên Ehmedî zindî bike.

   A duduyan: Ew e ku mumînên dî vexwîne biratî û hezkirinê û bi serde jî, divê wisan bike ku ew biratî û hezkirina dînî ku sekan û sabit e,bikeve tevgerê û divê ku wê hezkirinê zêde bike û nîşan bide.Bi awayekî fermî xwegirêdana bi vê cemiyetê re tenê ne ew e kunavên xwe li deftera xusûsî bide nîvîsandin. Belkî bi pevgirêdana dilû ecibandin û eleqe û têkildariyê ye. Çimkî ev îttîhad ku heye, ruhanîû manewî ye; ne sûrî/şeklî û cismanî ye. Hevnaskirina ruhanî, bes e.

   Guman: “Ev cemiyeta ku destpêk e, diviya ku ji heqîeta ÎttîhadaMu-hemmedî ku amanc e re, bibûya numûne, eynik û mînakeke baş.Çi heye, ew kesên ku li rewşa we dinihêrin, tew biriqokekê jî ji wêheqîqeta mezin nabînin.”

   Îrşad: Belê, ev cemiyeta ha ya îro, li ber roja heqîqeta îttîhadê,parçeyekî almasê ye ku ji wê kanê/madenê derketiye. Îca hîna nehatiye

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat