Kitaplar
Dersên Civakî

Rojnameya VolkanHejmar: 101, 102, 103, 10529 Adar 132511 Nîsan 1909

Biriqîna Heqîqetan û Hilanîna Gumanan

   Guman: “Tu van heqîqetan zaf dubare dikî, hem jî bi heman îbare û çekûyan.”Îrşad: Serê pêşî, ji ber ku heqîqet e, dubare dikim. Heqîqet jî mîna yerohniyê, nade bêzarkirin û acizkirin. Jixwe min di sê-çar meqaleyan denivîsand. Wan kesên ku îtîraz dikir, ew heqîqet ji nedîtî ve hatin; ez jîdixwazim bixim nava çavê wan. Ji zarokan re dubarekirin lazim e. Biser de jî dixwazim nîşan bidim ku min pîşeyek heye û ez li ser şopa wêpîşeyê me. Yên ku li ser pîşeyekê ne, bêgav dimînin ku dubare bikin.Îca gava asasê tiştekî bê danîn, pêdivî heye ku bi rêka dubarekirinê, diber çavan de bê derbaskirin. Lê belê ew ên ku bêpîşe ne, averêyî herrêyî dibin û (yekcaran ji rê derdikevin). Îca rêya me, yek e. Çi heye kudi hêla peyvên Turkî de ne zengîn im; Lewra yekcaran hin peyvên kumeriv zivêr dikin, dubare dikim.

   Guman: “We navê Îttîhada Muhemmedî li cemiyeta xwe daniye. Ewkesên ku ji aliyê sûretî/şiklî ve ne girêdayiyê wê ne, disilikin/sil dibinû dikevin şik û gumanan. Qey hûn bi navekî dî biguhêrin dê çi bibe?”Îrşad: Îttîhada Muhemmedî, dudu ne. Yek jê, ciyê dawî yê amancêye û hemû mumîn, bi îmanê daxilî wê ne. Ya dî, ew cemiyet e ku ji tezahurû tecelliya wê re bi awayekî fîîlî xîzmet dike û destpêka wê ye.

   Girêdayîbûna fermî ya bi vê ve ew e ku meriv, bi ezmeke birra, li gorwan hukmên bilind ên şerîeta Ehmedî tevbigere. Îca ew kesên ku lihember vê ezm û tewbeyê dikevin rik û intê, (bivê nevê) dikevin şik ûgumanan. Jixwe mebest bi vê cemiyetê ew e ku Îttîhada Muhemmedîbê tecellîkirin û bi vî awayî jî, hewl tê dayîn ku ew heqîqeta giranû sekan bikeve tevgerê. Îca ji vê cemiyetê re navekî wisan balkêş ûcazîbedar pêwist e ku karibe wan kesên ku îman bi Xwedê anîne û binûra îmanê bûne munewwer/ronakbîr, ber bi xwe ve bikşîne. Di wancemiyetên dî de, xwediyê nav, li navê xwe digere; lê belê di vê de, navli xwediyê xwe digere. Îca çawan ku peyva/bêjeya Qur’anê, her ayetîdihundirîne nava xwe û bêjeya alemê, her cureyî di xwe de dihewîne ûkelîmeya avê, her dilopî tîne bîra meriv, ev navê Îttîhada Muhemmedî,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat