Esasê wê, bi zincîreke nûranî ya ku gihîştiye her aliyê alemê vegirêdayî ye. Navenda wê, Heremeyna Şerîfeyn e. Aliyê wê yê wehdetû yekîtiyê, tewhîda Îlahî ye. û aliyê wê yê wehdetê, tewhîda Îlahî yeû peyman û eyman û sonda wê îman e û nîzamnameya wê sunnetaEh-medî ye û qanûn-nameya wê, emr û nehyên şer’î ne û komele ûencu-menên wê, hemû medrese, mizgeft û zewiye ne û ew organa wêya ebedî û ezelî ya weşana fikr û ramanan, kitêbên Îslamî ne û ew naşirawê ya demborî ya fikr û ramanan, ew hemû rojname ne ku î’layakelîmetullah, weke hedefa amanca xwe dibînin. Muntesîbên wê, hemûmumîn in. Ji Qalûbelayê ve, bi wê ve girêdayî ne. Seffa/qora wê ya pêşî,ji xazî û şehîdan pêk tê. Ji Qalûbelayê ve muntesîb in. Deftera wê yanavan, Lewha Mehfûz e. Reîs û seyyîdê Cemiyeteke weha ya ÎttîhadaMuhemmedî, Fexrê alem (s.) e. Hem jî reîsê her ferdî û her ce-miyetadînî jî, ew e. Bi ser de jî reîsê alemê ye.
Gava ez dibêjim ku “Ez ji wan ferdên Îttîhada Muhemmedî me.”Mi-radê min pê, ev îttîhad e. Hem jî, ez dixwazim diyar bikim ku ez,ji wan merivan im ku wan ji xwe re ev îttîhad kiriye hedef û amanc.Meslek û pîşeya me, muhebbet e, neşrikirina muhebbetê û hezkirinêye. Em, dijber û muxalifê wan kesan in ku dijminahiyê dikin. Jixwea niha em, cemiyeteke fermî saz dikin, meqseda me jî ew e ku em,temamê wan cemiyetên Îslamî ku ji hev cihê ne, bigihîjin hev û dî; neku em cemiyetek dî jî lê zêde bikin. Haşa û kella! Ez ne ji wan kesan imku tefrîqe û cihêbûnê derdixe. Ez dê peyre wan îtîraz û wehm, bedgumanû dilwasewasiyên beredayî, red û îlan bikim.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
***