Kitaplar
Dersên Civakî

   Bersiv: Ew heq û edaleta ku di (vî) dînî de desthilatdar e, hestan die-dilîne û bisînor dike; Lewra bi hestên dî re naye qiyaskirin. Hem jî bitînegermkirina vê coş û peroşê, mîna hevgirtina kîmyewî ya elementan,wê rohniya marîfetê û hêza bitevger û wê şewqê ku pêdiviya mepê heye, dê bide me. Bi ser de jî, ji bo rêya wan hestên bilind ên ku jipêşveçûn û şaristaniyê re lazim in, ew merivê herî amî yê gundî/koçer,mîna wan merivên ku herî zêde munewwerulfikir in, bi navê Îslamê,li ser rêya pêşveçûnê, dê bi şewq û halana wicdanî sewq bike. Hemjî ev dengê ha yê dînî, tevî ku ji vê navenda xîlafetê derdikeve, hekeli derdorê olan nede, ji ber ku îstîbdad, di nav her unsûrî de meylacihêxwaziyê tov dike, dê ji vê meylê mifa bigre û hin ji wan kesên kunû derketine û bi navê mehdîtî û muceddîdîtiyê li wan aliyên dî, dêvî dengî derxin û dê wisan bikin ku ev dewleta Îslamî, tûşî tefrîqeyêbibe û dê bikin ku qîmeta vî navê mubarek kêm bibe û ji mezinahiyawê re hudûd bê danîn. Îca jixwe çawan ku pêdiviya me zaf zêde biîdarekirineke birêkûpêk heye, sed qatê wê jî, heta zêdetirî wê jî, emmuhtacî xweşkirina exlaq in. Ev jî bi îksîrê dîn û diyanetê ye. Çimkîji welat û memleketên Osmanî derketina wan hemû nebiyan, îşaretû remzeke qeza û qedera Îlahî ye ku kamilbûn û xweşkirina exlaqêwan merivên vî welatî, dê bi hest, havên û mayeya dîn pêk bê. Jixwe jibilî têkiliya xeyalî, tu munasebeteke despotiyê bi şerîetê re tune ye. Vêîstîbdadê/despotiyê, ev serê çendik û çend zemanî ye, li hember ewqasêrîşên hundir û derve li ber xwe daye, berevaniya xwe kiriye. Îca îro,ev meşrûtiyeta meşrû/rewa ku ebdekî/bendeyekî xas ê şerîetê ye û bitêkiliyeke heqîqî, munasebeta wê bi şerîetê re heye, zerûrî û divêtî yeku xwe bispêre vê qeweta mezin a şer’î û jê jî alîkarî bixwaze.

   Pirs: “Heke Cemiyeta Muhemmedî, tevlî siyasetê bibe, ew îtaeta kuruh û giyanê hukûmetê ye, dê xera bibe.”Bersiv: Serê pêşî: Hedefa amancî ya Cemiyetê, ne siyaset e. Çimkî piraniyaparlementeran, ji ber ku alim û mutteqî ne, hêla siyasetê, ji wanre hatiye hewalekirin.

   Ê duduyan: Hukûmet, ji ber ku hukûmeta Îslamî ye, zerûrî û pêdivîye ku bide ser şopa wan emr û nehyên şer’î ku qanûn-nameya ÎttîhadaMuhemmedî ne. Heke nedin ser vê şopê, dê werin hişyarkirin. Çi heyeku ne bi zorbetî, qewet û zorpêdayînê ye. Ez tînim bîra we, cemiyetaku em jê re Îttîhada Muhemmedî dibêjin, ne cemiyeteke wisan e ku jiçend zatan pêk tê ku ji ber hin cihêxwazî yan jî, ji sûî-îstîmalên wanpeşk û leke bê ser vê cemiyetê. Lewra gava parçeyekî cama şikestî yaku ji mîsaleke biçûk a rojê re eynikî dike bişkê yan jî bi çavgirtinê roj li

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat