Em bi vê Îttîhada Muhemedî dixwazin ku gel gişt jî, mîna eskeran,hev û dî bigre û bibe yekwucûd û bila wê muhebbet û biratiyê,ji quwweyê derxin fîîliyê. Û bila bikin ku ew raya giştî ku berevan ûpa-rastvanê mafan e û çareserkirê pirsgirêkan e, derxin meydanê ûbila ew bi xwe wê bi keys bikin. Lewra gava ku av dilopo dilopo ji hevcihê bimîne, ziwa û heba dibe. Îca gava ku bigihîje hev, dibe hewzekîava heyatê.
Gelî Ummeta Muhemmed û hey îttîhad! Ev dengê Îttîhada Muhemedî,ji hemû mumînan re fermanekî/emrekî “arş/merş”ê ye. Li meydanalecê ya jiyanê, di rêya tereqqiyê de, mîna eskeran we sewqî aliyêwê ayendeya ronak dike.
Pirs: “Ev îttîhad wisa dike ku ew unsûrên ne-muslîm jî, şewq bigrinû teşebbusa îttîhada Îsewî û Mûsewî bikin. Îca gava wisan bibe, ka rêli ber teessub û wê cihêxwaziya komo komo venake gelo?”
Bersiv: Zerar tune ye, bila ew jî bikin. Jixwe wan ji zû ve ev kiriye.A niha cemiyetek li ser navê wî Nebiyyê Zîşan derkeve, yan ji botesdîqkirin û hurmetnîşandan û muhebbeta wî Nebiyyê xwedanşane; îca ev ku heye, rê li ber neyartî û dijminahiyê venake. Yan jî, ji boîcrakirina/pêkanîna wan merasîmên îbadetî ye. Îca gava ev be, dikeku ew fermanê
لَ اكِْرَاهَ فِي الدِّينِ
û hurriyeta dîn û mezheban bê sazkirin; Lewra cî nade gengeşiyan. Îca heke hinek ji wan, bixwazin ku vancemiyetên ne-muslîman, ji bo siyaset û maddiyatê bikin navgîn, dêpê muweffeq nebin û dê miradê wan neçe serî. Çimkî dînên wan, sirfwicdanî ne û têkiliya wan, bi siyaset û maddiyatê re hindik e û jixweji zû ve ye ku ev têkilî jibinî hatiye birîn. Jixwe ne muhtac in jî. Çimkîmilliyet û menfîet, ji bo hişyarkirinê, têra pêşveçûna wan dike. Îcaem ku hene, ji aliyê xweşiya dunyayî û seadeta axretî ve, bi awayekîşedîd muhtacî îttîhadê ne. Çimkî milliyeta me, ji bilî Îslamê, tune ye.Gava qewmîtî li ber çavan weke esas bê girtin, dibe mîna begîtiyan/mîrekiyan. Û di wicdanê me de jî, ji xeynî dîn, tu tiştekî ku me şewqbike û emir li me bike tune ye. Bi ser de jî, kana hawarxwes-tinê û ciyêxwespartinê ku heye, ev îttîhada dînî ye.
Pirs: “Di demeke weha nazik de coşandin û peroşandina wan hestêndînî, dibe sedem ku peyre jî sekankirin û edilandina wê, zor û zehmet bibe.”