Rojnameya VolkanHejmar: 97 Rûpel: 325 Adar 13257 Nîsan 1909
Ronahiya Heqîqetê
Zimanê min, ji fikra min re nikare baş tercumaniyê bike. Hûn bi hêza aqilêxwe, întîzamekê bidin van gotinên min ên perîşan. Pirs: “Îttîhada li vê derê ku esil numûne û şûleyeke Îttîhada Muhemmedîye, dê çi bike?
Bersiv: Bi rêya îrşadê, ji aliyê manewî ve dê wan hişyar bike û wêzincîra nûranî ku li çar aliyan li pey hev rêz bûye, dê bihejîne û wê hezkirinaû biratiya navbera musulmanan dê ji quwweyê derxe fîîliyê. Biser de jî, wan cemiyetên jihevcihê ku bingeha mîrekiyan in, dê bigihînehev û wê hubba welat û hubba dîn ku navgînên pêşveçûnê ne û wêî’laya kelîmetullah ku hedefa amancê ye, dê mîna menfîeta dunyayê,tevlî hemiyeta Îslamê bike û dê wisan bike ku mîna hemiyeta millî, berû bala her kesî li ser wê be. Çimkî navgîna pêşveçûna me, di rê û amancû hesta hemiyetê/xîretkêşiyê de, duqatî ye, bêhtir muhkem û saxlem e.Heyf û mixabin ku hay û baya me ji îstîfadekirinê tunebû. Heke qatekji van her du qatan bê vekirin, nîvê qewetê diçe. Hem jî, em dê bibinlayiqê wê meteloka ku dibêjin: “Terka awayê meşa xwe kir; îca hînî awayêmeşa wan ên dî jî nebû.” Îca tiştekî din nikare ciyê wan hestên dînî kuketine nava goşt û xwîna me, bigre. Meger ku bi temamî wucûd bi yekcarekê karibe biguhere, ew tiştekî dî ye.
Pirs: “Ev Cemiyeta Muhemmedî, mîna wan cemiyetên dî, dê hestaterefdarî û reqabetê û gengeşiyê rake pêdarê. Nemaze gava tesîra wêbigihîje esker, îca encama wê baş dernakeve.” Bersiv: Îttîhada Muhemedî ne mîna wan eqran û emsalên wan cemiyetêdî ye. Xweş diyar e ku ew bi xwe, peder û muşidê wan hemûyane. Ev şems/roj, dê rohniyê bide wan stêrkan. Û raserî her daîreyî ye ûew, wan daîreyên dî jî, di xwe de dihewîne. Lewra ew mumînên kunekevin bin lîwaya/sancaxa hemd û senayî ya Muhemmedî, tune ne.Nemaze wan eskerên ku îman bi yekîtiya Xwedê aniye, bi awayekîtemamî mezherê wê muhebbet û uxuwwet/biratî û î’laya kelîmetullahêne ku ev jî, hedefên amancî yên cemiyetê ne. Jixwe esil sefa/rêza pêşîya Îttîhada Muhemedî, hemû eskerên muwehhidîn e.