Kitaplar
Dersên Civakî

   Şertê Duduyan: Ew e ku di rêka muhebbet û hevhezkirinê de hereketbê kirin û ne li pey wê xêrnexwaziyê be ku xwe hêja bide nîşandanlê belê cemiyetên din jî, ji bo vê yekê lekedar bide nîşandan. Heke dicemiyetekê de xeta hebe, divê wisan bike ku xetayên wê, hewaleyî wê“cemiyeta alimên” ku muftiyên ummetê ne bike.

   Ê sisiyan: Ew cemiyeta ku ji xwe re, î’laya kelîmetullah weke hedafaamancê diyar kiriye, ji tu xerezî re nabe navgîn. Heke bixwazejî, muweffeq nabe; Çimkî ev ku heye, berîhevdan û fesadî ye. Xatirêheq mezin û bilind e; ji tu xatirî re naye fedakirin. Ka Sureyya çawa dibemelkes an jî ka çawa mîna gûşiyê tirî tê xwarin? Yê/ya ku ji Şemsa/Rojaheqîqetê re bike “ufepuf”, dînîtî û hariya xwe îlan dike û diyar dike kubi cinan ketiye.   Gelî cemiyetan! Amanca me ew e ku cemiyet, di meqsedê de îttîhad bikin ûbigihîjin hev. Îca çawa ku îttîhada di meslekan de ne mumkun e, ne caiz e jî.Lewra rê li ber teqlîdê vedike û vê gotinê bi merivan dide gotin: “Çi ji min re,bila yekî din li serê bifikire.”

   Wehma Heştan: “Li vê cemiyeta vê derê ku esil numûneya ÎttîhadaMuhemmedî ew e, kesên ku ji aliyê manewî ve pê întîsab dikin, piraniyawan awam in û ne bi manewiyatê întîsab dikin, tenê ji aliyê şiklî veîntîsab dikin û hinek ji wan, ji ber ku rewşa wan ne diyar e, îma dikinku wan xwe nesipartiye ciyekî metîn û saxlem.”

   Bersiv: Belkî ew musade-nekirina ji xerezan re ye ku dirûvê wan didewan serdemên pêşî yên Îslamê. Hem jî, hemin amanc îttîhad û î’layakelîmetullah e, ew teşebbus û tevger jî ku hene, îbadet in. Di îbadet û mizgeftêde şah û geda, yek in. Wekhevî, dustûrê heqîqî ye; îmtiyaz tune ye. Çimkîew ê herî ekrem, ew e ku herî mutteqî ye. Îca yê herî mutteqî ew e ku herîzêde mutewazî/nefsbiçûk e. Li ser vê yekê, çawan divê ku ji aliyê manewîve întîsabî wê heqîqeta esîl ku îtîhad e bike, ji aliyê zahirî ve jî, gavaîntîsabî vê cemiyetê bike, dê bibe xwedî şeref; lê belê gava ku neke,dê şeref nedê. Dilopek, nikare okyanusê zêde bike. Hem jî çawan kubi guneyekî mezin ji îmanê dernakeve, ji ber ku roj di rojava de derneketiye,deriyê tewbeyê jî vekiriye. Û çawan ku cêrek ava necisbûyî,behrekê necis nake û ew ava necis a wî cêrî bi xwe jî, di behrê de têtahirkirin/paqijkirin, a niha hinek ji wan kesên ku rewşa wan ne diyare û wî şertê me yê ku sunneta Nebewî zindî dikin û li gor emr ûnehyan tevdigerin û dikevin nava wê bereveniya meşrûtî ya meşrû kunumûneya îttîhadê ye, vê heqîqeta mezin lekedar nakin. Çimkî ew bixwe lekedar be jî, îmana wî, muqeddes e. Rabite/pevgirêdan jî îman e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat