Wehma Şeşan: Hin kes hene dibêjin ku “Ew Îttîhada Muhemmedîya ku ji xwe re sunneta Nebewî, weke hedefa amancê dibîne, huri-yetê/azadiyê tehdîd dike û li hember pêdiviyên medeniyetê, dijraber e.”Bersiv: Esil ê ku bi awayekî tam azad e, mumîn bi xwe ye. Ew ên ku jiSani’ê alemê re ebd û xîzmetkar in, divê tenezzulî wê zelîltiya ji xelkê re nekin.Nexwe çiqas qewet bi îmanê re çê bibe, hurriyet/azadî jî ewqas bi hêz dibe.Îca ew azadiya mutleq ku tê gotin, wehşeta mutleq bi xwe ye; hettabelkî heywanî ye. Ji hêla wê nêrîna Îslamê ve zerûrî ye ku di azadiyêde sînor hebe.
Ê duduyan: Ew nebaşî û guneyên xapînok ên medeniyetê ku xwedîtebîetê zarokatiyê ne û bi hewa û hewesê dagirtî ne, tê zennkirin kuxweşî û qencî ne. Hal ku hal e, tu heqîqet û xweşiyeke medeniyetêtune ye ku bi awayekî zipîzelal an jî bi awayekî serîgirtî/zimnî yan jî biîznî, hîna ji wan xweştir di Îslamê de tune be.
Ê sisiyan: Hin ji wan ên sefîh/bêaqil û bêgiram hene ku naxwazinazad bijîn, îca dilê wan heye ku bikevin bin wê esîrtiya/dîlîtiya rezîla nefsa emmare. Elhasil, ew azadî/hurriyeta ku xaricî daîreya şerîetê be,bêguman an îstîbdad e yan esareta nefsê ye yan jî wehşet e. Bêgira-miyênweha, bila baş bizanibin ku bi bêdînî û sefîhiyê, bi tu biyaniyekî xwedanwicdan,nikarin xwe bidin hezkirin û nikarin xwe bixin dirûvêwan. Lewra ew kesên bêpîşe, bêxuy û sefîh, nayen hezkirin. Îca hekekincekî ku li jinekê xweş tê, gava mêrek wî kincî biecibîne û li xwebike, li tu kesî xweş naye û tu kes bi çavekî baş li wî mêrî nanihêre.
Wehma Heftan: “Ev cemiyet, dike ku di navbera wê û cemiyetêndin ên dînî de, hêz û qewet bê dabeşkirin/belavkirin û wisan dike kureqabet bikeve navbera wan û dike ku ew ji hev û din nefret bikin.”Bersiv: Serê pêşî, ji ber ku di karûbarên dînî de hesed/dexesî û hevdafdanû gengeşî tune ye, di nav van cemiyetan de kîjan jê bikevenav gengeşî û reqabetê, ew wisan dibe, mîna ku di îbadetê de bikeveriyayê û fesadiyê/berîhevdanê bike.
Ê duduyan: Em temamê wan cemiyetên ku li ser navê hezkirina jidîn hatine damezrandin, li ser bingeha du şert û mercan, teqdîs dikinû em dikarin bi temamê wan cemiyetan re bikevin îttîhadê: Şertê Pêşî: Ew e ku berevaniya wê meşrûtiyeta meşrû/rewa bê kirinû bê parastin.