û ramanan vedike tune ye, divê ku em dînê Îslamê ku nûra ronahiyane, ji xwe re bikin fener û fanos; da ku ahenga pêşveçûnê xera nebe. Wehma Çaran: “Ew ne-muslîmên ku di nava me de ne, dê biveciniqin/bisilikin an jî dê hincetan derxin pêş.” Bersiv: Xwegirêdana li hincetan, gedetî ye yan jî xaîntî ye. Hilveciniqîn/bizdîn ku heye, nezanî yan jî ew helwest e ku xwe li nezanînêdatîne. Çimkî hîna ew dewrên ku ne-muslîm, di serdema wan qernênpêşî de bûn û wê hingê hîna hov bûn, bi wê fermana
لَ اكِْرَاهَ فِي الدِّينِ
wîewqas dîn û qewmên cihêrengî, di nav şaristaniya Îslamê de, parastîgirt. Îca eynî mîna roja li esman diyar e ku ew fezîlet û mezinahiyaÎslamê heye û bi tu awayî rê nedaye ku tu zerar bigihîje ne-muslîman.Hê bi ser de jî, selameta ne-muslîman, bi seadet û xweşiya welêtpêkan e. Îca berdewamiya meşrûtiyetê û ruhê wê, ciyê xwesipartinawê, murşîdê wê, ji ber ku ew Îslamiyet e ku şerîet û milliyeta me ye,ew ne-muslîm, divê ku ji vê îttîhadê netirsin; berevajiyê tirsê, divê kumuqed-des bibînin û hewl bidin ku hînî wê bibin.
Wehma Pêncan: “Îhtîmal heye ku biyanî, ji vê bibizdin/biciniqin.” Bersiv: Ên ku îhtîmal didin vê îhtîmalê, ew kes bi xwe ne ku wanmerivan didin veciniqandin. Lewra li wan navendên ku ciyê muteessîbiyawan e, li ser mezinahî û berztiya Îslamê konferans tên dayîn ûÎslam tê teqdîskirin. Ev jî, vê îhtîmalê redd dike. Jixwe dijminên mejî, ne ew in. Esil tiştê ku me evçend berejêr dadixîne û li dijberî î’layakelîmetullah dibe kelem û asteng, cehalet e û ew encama wê ye kudijberiya li hember şerîetê ye. û ew zerûret/ xizanî û ew exlaqê nebaşû tevgerên/hereketên nebaş in ku fêkiyên wê bêexlaqî û feqîriyê ne. Ûew îxtîlaf e ku zêdehiya wê, xerez û nîfaq/bêaqûbetî ye. Îca ev îttîhadame, li hember van sê dijminên bêînsaf, êrîşek e. Baş tê zanîn ku Îslam,di wan qernên navîn/ Serdema Navîn ku hîna biyanî hov û kovî bûnde, digel ku mecbûr bû ku li hember hovîtî û kovîtiyê, bi bawerhişkiyêneyartî bikira jî, dîsan wê bi xwe edalet parastiye û wê, tu wextî, bitu awayî mîna engizisyonê nekiriye. Îca ji ber ku vê dema ha, ku îrobiyanî bûne medenî û bi qewet in, ew zerarê ku ji wan tê fikarkirin ûew bawerhişkiya li hember wan jî, ji holê rabûye. Çimkî ji hêla dîn ve,biserketina li hember medeniyên îro, bi îqnakirinê ye; ne bi cebr û zorêye. Îca ji ber ku Îslamiyet, mehbûb û berz e, divê meriv xwe bi emr ûfermanên wê ve xwe bigre û vê hezkirin û îmtîsalê jî, bi kar, kirin, û biexlaqê xwe, nîşan bide. Îcbar û dijminahî ku heye, li hember wehşeta wehşiyan e.