Rojnameya VolkanHejmar : 90- 91 Rûpel: 3-418 Adar 132531 Adar 1909
Redda Wehm û Dilwasewasiyan
Ez dê neh wehmên beradayî/bêesil ku davêjin ser Cemiyata Îttîhadîya Muhemedî, redd bikim.
Wehma Pêşî: “Di demeke weha nazîk de, munasib naye dîtin kume-seleya dîn derxin pêş.”Bersiv: Serê pêşî: ji bo dunyayê, dîn nayê fedakirin em, di rêya dîn de,ji bo xatirê dîn ji welêt hez dikin. Dunyayê jî, dîsa ji bo dîn em jê hezdikin.
لَ خَيْرَ فِي الدُّنْيَا بِلَ دِينٍ
Ê duduyan: Hemin di meşrutiyetê de gel hakim e, divê ku merivhebûna xwe ya gelbûnê (milletî) nîşan bide. Milletê me jî, tenêÎslamiyet e. Çimkî hevgirtin û milliyeta Ereb, Turk, Kurd, Ernewud,Çerkez û Lazan, ji xeynî Îslamê, ne çu tiştê din e. Çawa ku tê dîtin, ji berîhmaleke hindik, temelên mîlûkî û mîrekiyan tê danîn û ew esebîtiyadewra cahiliyê ku jê re nîjadperestî tê gotin û hîna berî sêzdeh esranmiriye, îro tê zindîki-rin û fitne tê şiyarkirin. Wehma Duduyan: “Yên ku bi vî navî ve girêdayî ne, gava ku ev navtê xusûsîkirîn dikevin wehm, tasewasî û metirsiyê.” Bersîv: Berê jî min gotibû. Yan li serê mutalee nehatiye kirin an jîrastî, bi awayekî xelet hatiye fêmkirin. Ji ber vê yekê ez neçar im kudubare bikim: Gava em dibêjin Îttîhada Muhemmedî, mebesta me pê, ew îttîhad eku di navbera hemû mumînan de bîl-quwwe û bîl-fîîl sabit e. Yan namebest, ne Stenbol û îdarexaneya Volkanê ye. Çi heye ku dilopek av jîav e. Ji vî navê ha, xusûsîkirin dernakeve. Pêkanîna wê ya geometrî ûpêkanîna wê weha ye: Temelê wê yê eslî, ji rojhilat heta rojava, ji başûr heta bakur dirêj dibe ûna-venda wê, Heremeynê Şerîfeyn e û aliyê wê yê wehdetê, tewhîda Îlahî ye ûpeyman û eymana/sonda wê îman e û nîzamnameya wê sunneta Ehmedî yeû qanûn-nameya wê, emr û nehyên şer’î ne û komele û encumenên wê, hemû