Rojnameya VolkanHejmar: 86, Rûpel: 314 Adar 132527 Adar 1909
Dengê Heqîqetê
Rêya Muhemmedî (eleyhîsselatu wesselam), ji ber ku ji guman ûhîleyan pak û berî ye, tenezzul nake ku qendera bi îmakirinê jî, ewrabe guman û hîleyan veşêre. Hem jixwe heqîqeteke ku evqas ezîm,fireh û muhît e, xusûsî li hember ehlê vî zemanî bi tu awayî nabe ku bênepenîkirin. Behra umman, ka dê bi çi awayî di cêrekî de bê veşartin?Dubare dibêjim ku: Aliyê yekbûnê yê Îttîhada Muhemmedî,tewhîda Îlahî ye. Sond û peymana wê jî îman e. Encumen û komeleyên/cemiyetên wê, mizgeft, medrese û zawiye ne. Mensûbên wê, hemûmumîn in. Nîzamnameya wê, sunena Ehmedî (eleyhîsselatu wesselam)e. Qanûna wê, ew nehiyên şer’î ne. Ev îttîhad, ne ji edetê ye; îbadet e.Îxfa/veşartin, ji ber tirsa riyayê ye. Di ferzê de riya tune ye. Ew tiştêherî ferz ê vî zemanî, îttîhad e. Hedefa amanca îttîhadê, ew e ku wêzincîra nûranî ya zaf dirêj ku şax daye û berfireh e û wan navend ûmabedên Îslamî bi hev û din ve girê dide, bixe tevgerê û bi vî awayîjî, wan ên ku bi hev û din ve girêdayî ne, hişyar dike û berê wan dideser rêka pêşveçûnê û bi fermana wicdanî, wan sewqî ser rêya tereqqîû kemilînê bike.
Meşreb, xuy û rewişta vê îttîhadê, muhebbet û hezkirin e. Xusûmetû neyartiya wê jî, ew dijminahiya li hember cahilî, feqîrî, hevxerakirin ûewaniyê ye. Bila ew ên ne-muslîm bawer bikin ku ev îttîhada me, êrîşali hember van sê neyaran e. Îca bizava me ya li hember ne-muslîmanjî, îqna ye. Lewra em (wan) medenî dizanin. Û dîsan karûbarê me ewe ku em Îslamê, şîrîn, cirxweş û gelberîxweş û bala/giranqedr nîşan bidin.Çimkî em ku hene, em wisan zenn dikin ku ew xwedî însaf in. Îcaew ên bêgiram û laûbalî ne, bila baş bizanibin ku ew bi bêdîniyê, nikarin xwebi tu ecnebiyî bidin hezkirin. Lewra ew dê ji ber vê yekê, bêmeşrebiya/rewiştiyaxwe nîşan bidin. Bêmeslekî, naye hezkirin. Îca ew ên ku bi tehqîqîbikevin vê îttîhadê, wan teqlîd nakin û ji wan re rexbet nakin. Em,meslek û heqîqeta Îttîhada Muhemmedî, erzî ber çavê raya giştî dikin. Îtîraza kê hebe, bila bike, em ji bersivdanê re amade ne.