wan li ber xwe bida û neyartiya xwe nîşanî wan bida. Îca a nihaew ku medenî bûne, ew mehzûr ji holê rabûye. Çimkî vê dewrê dihêla dîn de biserketina li hember medeniyan, bi îqnayê ye. û bi wîawayî ye ku meriv bi helwest û tevgerên xwe, ji aliyê kirinên xwe veraserbûn û mehbûbiyeta mezheb û dîn nîşan bide. Mîna wan koçerênku ji gotinê fam nakin, ne bi zorî û neyartiyê ye. Lê mixabin hin ji wankesên geveze û bêgiram ku hin wesfên Îslamiyet û hemiyetê li ser wanhene û mîna ehmeqan dibêjin “Menfîeta heyvê, tenê xasî bi wê yekêye ku eyyaş, li ber taveheyva wê, serxweşiyê bikin û feydeya rojê/tavêjî tenê ew e ku ew tiştên riziyayî/petiyayî, li ber wê genî bibin. Îcawan ehmeqên ku difikirîn û wan weha digot: “Ji bo ku em karibin rêli ber serxweşî û genîbûnê bigrin, divê em nehêlin ku roj û heyv derkeve.”Eynî mîna van ehmeqên weha, hin kesan ew şerîeta ronak kumuqeddestirîn û bala ye û wê Îttîhada Muhemmedî ku xîzmetkarê wêye û tiştê herî heqîqî û axretî ew bi xwe ye, li gor wê qiyasa cemiyetaxwe ya dunyayî, xwestin ji wan xerez û amancên xwe yên bêbingeh ûji wan daxwazên xwe yên sefîl re bikin navgîn û îhtîmal didin tiştekîweha yê nebûnê. Û puf dikin şemsa heqîqetê û ji roja heqîqetê re dikin“ofîn”î. Heyf û xebînet! Ka ji ku Sureyya dibe melkes an jî mîna gûşiyêtirî tê xwarin?! Ji ber ku şêrên cîhanê bi zincîra şerîetê girêdayî ne, rovî/rêvî ku bixwaze zincîra wan biqetîne, sirf nîşaneya dînîtiyê ye.
Meşreba/xuya cemiyeta me, hezkirina ji wê maneya muhebbeta nav-beraMusulmanan e û dijminahiya li hember wan delîlên neyartiyê ye. Û rêya wê,ew e ku bi exlaqê Ehmedî (s.) bi exlaq bibin û sunneta Ne-bewî jî zindî bikin.Û rêberê wê, şerîeta ronak e û şûrê wê, ew delîlên birra ne û amanca wê, î’layakelîmetullah e.
Maddeya Nehan: Ew e ku ji wê hêz û qeweta mezin a Kurdan a ku ji berwan îxtîlafên navbera wan wenda bûye, îstîfade bê kirin. Ji bo vê yekê jî, ewpêkanîna yekîtiya wan a neteweyî ye û çêkirina raya wan a giştî ye û ew karû xebat e ku bi hîndekarî û perwerdehiyê, raya wan a giştî, bê gurûgeşkirin ûxurtkirin. Da ku meyla wan a ser pêşveçûnê çalak bibe û uqde û movika wana jiyanê, dest bi hişyarbûnê bike. Hal ku hal e, ew ji ber çar sedeman, jirêbaza nû ya hîndekarî û perwerde-hiyê, hildiveciniqin. –Heke pêdivîbi ravekirinê çê bibe, ez dê îzah bi-kim.- Nemaze hinek ji ciwanên meyên îro ku li hember dînê xwe bêgi-ram tevdigerin, yekcar dike ku gelji vê rêbaza nû ya perwerdehiyê bikeve metirsiyan. Ev bêgiramên mînavan, tu xizmetekê ji meşrûtiyetê re nakin; berevajiyê wê, derbeke mezinli meşrûtiyet û li gel dixin û wisan dikin ku rêya pêşveçûnê, li bergel tê sedd û bendkirin.