Kitaplar
Dersên Civakî

   -Li Stenbola ku navenda welatan e, ji ber ku Îstîbdadê, tê de xwînnehiştiye, çawan ku bi şefqeteke ku tu, niyeta xwe ya baş nîşan didî,te meşrûtiyet bi awayekî bêxwînrijandin qebûl kir, wê Yildiza* ku nefretjê tê kirin, ji bo ku tu li ber dilê merivan şîrîn bikî, di şûna wanzebaniyên berê de, divê ku tu wan alimên heqîqetkoler ku mîna newan melekên rehmetê, li wê derê tije bikî û divê tu wê Yildizê bikîmîna Darulfunûnê/Zanîngehê û divê tu wan ilmên Îslamî zindî bikî ûdivê tu Şêxulîslamîtî û Xîlafetê, bilind bikî heta meqamê wê yê eslî ûdivê tu nexweşîna gel a dil ku kêmdîndarî/qelsdîndarî ye û wê cahiliya/nezaniya ku ser-êş e ( ser-nexweşîn e), bi îqtîdara xwe tedawî bikîû bi vî awayî, tu bi şexsê xwe, rabe Yildizê hetanî Sureyyayê bilindbike. Da ku xanedana Osmanî, di wê burca xîlafetê de, karibe bibe pertewnîsara/ronînûra edaletê. Hem jî di wan îhtiyacên zerûrî de îqtîsadbike; da ku ew gelê bêçare ku hînî îsrafan hatiye kirin; lê belê qewetawan nagihijê jî, bide dû te, Çimkî tu ku heyî, îmam î!Ji nişkan ve ji xewnê hişyar bûm. Min dît ku esil a ku xewn e, ev alemayeqeze bi xwe ye. Hişyarbûn û heqîqeta esil, ew xewn bi xwe bûye.

   Maddeya Heştan: Ji wê Îttîhada Muhemmedî ya ku ji bo me, ji wîciyê xwespartinê re esas e û ji wan komeleyên wan kêmneteweyên cihêcihê re ku ji bo rojên dahatuyê, di hukmê binyada wan “mîrekî”yan deye, temel û bingeh e, ew kêmneteweyên ne-muslîm, bila neveciniqin ûnetirsin. Çimkî pîşeya me ku heye, ji ber ku sirf exlaqî û dînî ye, ji wanre tenê feydeya ezîm heye; wekî dî tu zerarek nagihîje wan. Hem jî ewmilliyeta me ku muwazene û hevsenga dewletê diparêze, ji Îslamiyetêpêvetir ne tiştekî dî ye. Bila me li xwe qiyas nekin. Çimkî milliyeta wan,ji zû ve li hember dînê wan ê ku wicdanî ye, bi ser ketiye. Hem jî em kuhene, em wan medenî dizanin. Îca medenî ku hene, ancax bi îqnakirinû hezkirinê meriv dikare zora wan bibe. Nemaze, di wan demên herîwehşî de, evqas dîn û qewmên cihê cihê, bi fermana

لَ اكِْرَاهَ فِي الدِّينِ

 dişaristaniya Îslamê de parastî mane û tu zerar negihîştiye wan.

   Kengê gava ku ew ji cemiyeta me ciniqîne, wan nîşan daye ku qabiliyetawan ji meşrûtiyetê re tune ye û wan xiyaneta xwe ya li welêtdaye der û wan nîşan daye ku ew meşrûtiyeteke demborî û ne-rewadixwazin. Hem jî, biyanî/ecnebî ku hene, divê ku ew, vê cemiyeta kuexlaqî û murşîdane ye, biecibînin. Çimkî zemanê berê, ji ber ku biyanîkovî/hov bûn, Îttîhada Muhemmedî, mecbûr bû ku li hember wê wehşeta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat