hîkmet be- da ku tiştekî, bi tirsandin an jî bi rexbetê, tiştekî ku hîna jiwê girîngtir e, ji wê siviktir neke û ji qîmetê danexîne û bi vî awayî, ewhevdeng û pîvana şerîetê xera nekin- û hem jî divê ku ew alim, di warêhîkmetê de jî xwedî belîxiyê bin –da ku ew, wan gotinan bibêjin; ku ligor rewşa heyî bin û miwafiqî pêdiviyên dem û dewranê bin û li gorteşxîsa nexweşînê bin-.
Maddeya Şeşan: Ew çalak-kirina wê meyla pêşveçûnê ya Osmanîtiyê ye. Ew jî weha ye:
Tiştê ku jiyanê dide vê dewletê û dînê wê, ji ber ku Îslam e, her yekOsmaniyek, bi bilindkirina wê heşmet û qudreta Îslamê berpirsiyar eû her mumîn jî, bi î’laya kelîmetullah wezîfedar e. û vî zemanî jî, rêyaherî mezin a “î’la”yê, ji ber ku xurt û zeximbûna maddî ye, li hemberwê nezanî, xizanî/feqîrî û lihevnekirina ku neyarê herî bidehşet ê pêşveçûnêye, em dê bi şûrê ilm û îrfanê û bi keda merivan û bi îttîhadê, liser navê dîn cîhad bikin. Îca ew dijminên xaricî/derveyî, ji ber ku medenîne, divê ku ji aliyê fikrî ve em zora wan bibin. Em dê wê cîhadê jî,hewaleyî wan delîl û burhanên şerîetê bikin.
Maddeya Heftan: Xewneke li ser Xelîfetiyê ye: Min di alema manayê de Padîşah dît. Min got: Tu, zekata imrê xwe, di pîşeya Emerê Sanî de serf bike; da ku tueleqedariya giştî ku ji pêşewatî û reîstiya meşrûtiyetê re lazim e û wateyabî’etê bi xwe ye bibînî.
Padîşah got: -De ez bidim ser wê rêyê û herim; îca hûn jî dikarin ehlê wî zemanîteqlîd bikin he?.. Ew hêza Îslamiyetê ku bi wan re hebû, de ka îca diwe de heye? Û îca ew safîtî û exlaq? Min got: -Ew hişyarbûna wê raya giştî û kamilbûna wan amadekariyêndestpêkê û wesayît û ew berfirehbûna şaristaniyê, dê ciyê wan şûnanbigre û bi ser de jî dê wisan bike ku ew safîtî û exlaq bi dest bikevin ûdikare wisan bike, ew edalet û terreqqiya ku bi qaydeyê ku tê xwestin,dibe ku pêk bê.. Ew edaleta wan duwêlên biyanî, vê yekê îsbat dike. Wî got: -Ka ez dê çawa bikim? Min got: