tê de fabrîqeyeke mezin heye, gava vedibin, ji hev û din re vedibinû li hev dinihêrin û ji yek amancekê re xîzmetê dikin; eynî wisan jî,ew mekteb, medrese û tekiya, bi hevxurtkirina têkiliyan, di wê qesrabilind a Îslamê de, her yek ji wan, divê ku mîna be odeyeke ku deriyêwê, ji ya din re vekrirî ye û salona wê jî, divê ku hukûmet bi xwe be.Da ku her yek ji wan, kêmahiyên wan odeyên din temam bike û bi vîawayî jî, karbeşî bê pêkanîn. Îca ew têkliliya hevxurtkirinê weha ye: Diwan dibistanên bilind de, ew heqîqetên Îslamî, bi tevî delîlên wan, divê werinxwendin û li medreseyan, di ciyê wan rîtamên fîlozofên berê de, ew zanistênpêwist ên şaristaniyê, divê bi derskî werin dayîn û li tekiyayan jî, ew alim ûzanayên ku di branşa xwe de pispor in divê werin bicîkirin.
Maddeya Sisiyan: Ew e ku di dewleta zanistî de, meşrûtiyetazanistî bê damezrandin; da ku ew fikrên giştî yên wan derdorên ehlêilim, bicoşe û bike ku ew xerez, wê ezezî, dilwasewasî û wan şik û gumanandabil’îne. Çimkî her alim ku dixwaze fikra xwe ya şexsî bi herkesî bide qebûlkirin, wisan dike ku rê li ber teqlîdê vedibe û ew rêyaku li ser lêgerîna rastiyan e, tê girtin û ew alim, bi awayekî ji awayan,zordestî û serkûtiya ilmî dike. Elhasil, îstîbdad ku heye, çi di îdareyêde be çi jî, di ilim de be, wan hilberînên ku fêkiyên kar û kedê ne, ji binîdiqedîne/dibirîne û berê pişta xwe dide rabirdûyê. Îca di rayedariyê dehêz û qewet, divê di qanûnan de be û di ilim de jî qewet, divê ku diheqqiyê de be. Na ku ne wisan be, îstîbdad bi xwe, dibe desthilatdarû serdest.
Maddeya Çaran: Ew e ku li medreseyê, di wan hunerên cihêrengî yênte-lebetiyê de, ew rêbaza karbeşiyê bê pêkanîn û bi kombûn û lihevcivînan ûbi muazere û bi danûstendina fikr û ramanan, ew fikrên umûmî bicoşin ûderkevin û ew fikrên giştî jî, weke seydayê manewî werin qebûlkirin. Da kudi tele-betiyê de, ciyê herî girîng ê heyatî/jiyanî hişyar bibe û meyla liser daxwaziya pêşveçûnê çalak bibe û ew meyla ku li ser nûbûnê ye,der-keve holê. Axirkî çawan ku di dewletê de ew fikrên giştî hakim in,muftiyê wê jî, divê ew fikrên giştî yên aliman be. Û seyda û mamostejî, divê ew fikrên giştî yên telebeyan bin; da ku meşrûtiyet, bi awayekîwekhev û mutenasîb cereyan bike. Di şerîetê de, ji ber ku îcma’a ummetê,delîlê qet’î ye, qîmet û mewqiyê wan fikrên giştî nîşan dide.
Maddeya Pêncan: Ew waiz û xetîb ku murşîdên giştî ne, hem divêbibin alimên lêkoler -da ku bi delîlan karibin îqna bikin, Lewra ewteswîr û bi xemilandina vegotinê, ew tiştên ku tên îddîakirin, ji wanlêkolerên heqîqetê re bê feyde ye- û hem jî divê lêkolerekî xwedî