Kitaplar
Dersên Civakî

bi wan bê kirin. Îca heke bi wan meseleyên şer’î qenaet neye kirin û heke diwarê exlaq û hukman de, dest li ber Ewrûpa bê vekirin û parsekî ji wan rebê kirin, ji dînê Îslamê re cînayeteke mezin e. Ji ber ku di meşrûtiyetê dehakim, qanûn bi xwe ye, divê ku ev qanûn, libasa millî ya Îslamî lixwe bike. Da ku hêza manewî li hember siyanet û pêşewatiya wê, bersivareddê nede. Gava ku di meşrûtiyetê de, ew şerîeta pak û ronakhukumferma be, dê ew bi xwe, sê darên zeqqûmê, ji kokê rake; wanîxrac bike û dê sê darên tûba, di erda meşrûtiyetê de hêşîn bibin şax ûgulî bidin. Ew darên zeqqûmê, bêdînî, îftîrak, toq û webal û guneyênmedeniyetê û ew pêşdaraziya nebaş a biyaniyan e ku li ser me dikinqelebalix. Îca ew darên wê yên tûba, ew îqbala/ewlehiya ayendeya meye ku bi sedema wê meşrûtiyetê, dîn ji tiştên xurifî bê paqijkirin û ewdînê metîn ê pêt û saxlem, ji yekîtiya me ya giştî re bibe ciyê palpiştiyêû bi manyetîzmakirina ruhanî û bi xêra berfirehkirina şerîetê, rêyapêşveçûna li me vebe. Hem ew kêmneteweyên ne-muslîm jî, dê ewlebibin û dê bawerî bi berdewamiya meşrûtiyetê bînin.

   Ez bi temamê qeweta xwe dibêjim ku: Tu xweşiyeke heqîqî yamedeniyetê tune ye ku Îslamiyet, an bi awayekî vekirî yan bi awayekîsergirtî yan jî bi îznî, wê xweşiya heqîqî bi xwe yan jî hîna xweştirêwê, hilnede ser xwe. Mixabin ew guneyên medeniyetê ku merivanzû dixapînin, hinek ji wan ehlê hewa û hewesê ku xuyzarok in, wanew weke xweşikî dîtine û mîna tûtiyan, serê pêşî wan ew teqlîd kirin.Hem jî meşrûtiyet, bende û ebdê memlûk ê şerîetê ye; nabe ku ji wêbê xesbkirin. Ez balê dikşînim ku îstîbdada zalimî ya bidehşet ku bişerîetê re tu têkiliya wê tune ye, sirf bi xapandina millet wisa kir, mînaku têkiliyeke wê ya xeyalî (bi dîn re) hebe, xwe li ser piyan girt û lihember ev çend êrîşên navxweyî û derveyî, wê ev qas dem û zemanîberevaniya xwe kir. Ji ber vê egerê, îro esil ev meşrûtiyeta ku munasebetû têkiliya wê ya heqîqî bi şerîetê re heye, divê ku ji bo baqîtî ûberdewamiya wê, xwe bispêre vê qeweta raser û bilind.

   Maddeya Duduyan: Wan ehlê medrese, ehlê tekiya û ehlê mektebêku kom û firqe û beşên wê artêşa ilm û îrfana Îslamê ne, bi îfrat ûtefrîtê û bi dalalet û cahiliyê, hev û din tawanbar kir û ji ber vê yekêjî, ew exlaqê Îslamî, ji binyada xwe ve hejiya û ew ahenga pêşveçûnêxera bû. Îca ji ber wan fikrên ku li hev nakin û ew meşrebên ku ji hevû din cihêrengî ne jî, rewş ne baş dibe, divê û zerûrî ye ku ev îxtîlafwerin rakirin û yekîtî û hevgirtinek di navbera fikran de pêk bê û meşrebû rewişt, nêzî hev û din werin kirin. Çawa ku deriyên qesreke ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat