Kitaplar
Dersên Civakî

Rojnameya VolkanHejmar: 73, Rûpel: 229 Şubat 132414 Adar 1909

Her Bijî Şerîeta Pak û Ronak

   Gelî meb’ûsan!   Digel ku dirêj e jî, ez dê yek cumleyeke ku gelek mucîz e bibêjim.Bal û dêhna xwe bidinê, Lewra di dirêjiya wê de îcaz heye.

   Di edalet û meşweret û qanûna ku jê re meşrûtiyet û qanûna esasî têgotin de komkirina qewetê lazim e.. tevî vê unwan û vî navî, ev xwediyêeslî yê heqîqî û xwediyê wî navê muhteşem û karîger, ew e ku edaletatam di xwe de dihewîne.. û ciyê xwesipartinê ji me re temîn dike.. dikeku meşrûtiyet xwe bispêre hîmekî zerp.. wan kesên ku xwediyê şik ûgumanan in, ji kemîna heyretê xelas dike.. ayende û axreta me digre binewlehiyê û rê nade ku hûn huqûqullaha ku menfîeta giştî tê de heye, biawayekî bêdestûr teserruf bikin.. ji jiyana me ya millî re berevanî dikeû wê diparêze.. û li hember biyaniyên ku hemû zihnan manyetîzmadikin, ew bi xwe kemala me, metîniya me û hebûna me nîşan dide..we, ji jêpirsîn û lêpirsîna dunyayî û axretî rizgar dike.. di amanc ûencamê de, yekîtiya giştî pêk tîne.. dike ku ew fikrên raya giştî ku ruhêyekîtiyê ne derkevin.. ew bi xwe nahêle ku ew tiştên gune û ew şerênmedeniyetê ku riziyayî ne, bikevin hudûdê azadî û şaristaniya me ûvê ketinê li wan qedexe dike.. me, ji parsekiya Ewrûpiyan difilitîne ûbi wî sirrê/raza î’cazê, ji wê mesafeya dirêj a pêşveçûnê ku em jê li paşmane, di zemanê kurt de me dide der-baskirin.. bi yek-kirin û hevgihandinaTuran, Ariyan û Samiyan, di zemanê xwe de qîmeteke mezindaye me.. şexsê manewî yê hukûmatê, weke Musulman nîşan dide..ruhê wî Qanûnê Esasî û Maddeya Yazdehan muhefeze dike û dike kuew zenna Ewrûpî ya genî ya berê, derew derkeve.. dike ku ew Muhemmedeleyhîsselatu wesselam, weke xatemê nebiyan bê tesdîqkirinû dide qebûlkirin ku şerîet jî ebedî ye.. li hember wê bêdîniya kuxerabkarê şaristaniyê ye sed û bendan dikşîne.. bi zipîzelaliya wê nûraxwe, wan cihêwaziyên fikran û wan tarîtiyên ku ji ber cihêwaziyanêrînan derdikeve, ji holê radike.. hemû aliman û waîzan, ji yekîtiyawê seadeta millî û ji îcrakirina wan hukmên meşrûtiyetê re dike xadimû xîzmetkar.. ji ber ku edaleta wê ya mutleq tam e û bi merhemet e,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat