Kitaplar
Dersên Civakî

Kurd Teawun we Tereqqî GazetesiHejmar: 6, Rûpel: 4427 Kanûna Ewil 13249 Çile/Rêbendan 1909

Îfadeya Meramê

   Ev Japonên ku îro li Rojhilatê me, damezrînerê şaristaniya me ne ûwan dersa îbretê daye me, ji bo ku jiyanê bidin şaristaniya xwe ya mezin,wextakî li ser dîn, lêlolîn kiribû û wan hin pirs kiribûn û min jî biqîma dilê xwe bersivek dabû. Ji bo ku ez hêza vê bersivê biceribînimka bi ser vê firênek û vê newala mezin a tije lehî ku di navbera rabirdûû ayendeyê de vebûye re dê firqaz bide yan na, mîna wan edet û fikrêndin ên qels, bêqewet, bêheqîqet ku pîr û kal bûne, dê li aliyê rabirdûyêbimîne gelo? Îca ji bo ku ez bi vê yekê bizanibim, ez vê, ji wan fikrêngiştî ku raya giştî ye re, pêşkêş û diyarî dikim û niyeta min pê ew e kuez bi vê xizmetê, bal û dêhna rexbeta giştî bikşînim û wisa bikim, ewkesên ku mîna me ku hîna nû digihîjin û dikemilin, ji kar û xebatê rekêfa wan bê. Ev şêwaz, li rexbeta vê raya giştî ya fireh û biheşmet kuhilberîna fikir û zêdehiya tebîet e û fêkiyê ber dil e û ji daîreya fireh aazadiya îro re mutenasib e neye jî, ne tiştek be jî, dîsa ji ber ku ji çar aliyanve entîke ye, ciyê giranbuha yê entîketiyê digre. Lewra ez hêvîdarim ku li ber raya giştî, heqê rexbeta wê, çê bibe.

   Aliyê pêşî yê entîketiya wê: Meyweya çiyê ye. Çimkî li çiyayênKurdistanê vî zemanî ew gotinên ku derdikevin, wan gotinên qernênzemanê pêşî yên berê tînin bîra meriv. Xwedêgiravî me ji wan qernênzemanê pêşî yê berê, hîna xwe dernexistiye û em nehatine ber bi vîaliyî ve. Çimkî me rewa nedît ku em wê azadiya xwe ya mutleq, dirêya wê medeniyeta zelîlane û nemeşrû û sefîhane de feda bikin.

   Ê duduyan: Tebî’îtî/sirûştîtî ye. Ango li gor tebîetê min e. Lewrafikra koçerekî mîna min, ji ber ku bêhtir nêzî xulqiyeta/fitreta eslî ye,muhakeme û ramana wî jî, sirûştî û tiştekî nû ye. Sun’î/nejidilî û tiştêçêkirî, her çiqas bêqusûr be jî, nikare ciyê tiştên sirûştî bigre. Hem jîkelam/peyv, ji ber ku sirûştî ye, li mîzaca hestên wî kesê ku dipeyivediçe. Îca gava tê xwendin, li ber çavê xeyal, dixe rewşa şênberiyêû nîşan dide ku kana wê jî, mîna min Kurd e. û di zihnê de, wêneyêmanewiyatê, bi awayekî rast neqiş dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat