dijminê pêşveçûnê ne, cîhad bike. Û neyarê herî mezin, ew dijminê nepenîyê hundirîn e. Ew neyar, sê dijminên mezin û bi dehşet in. Ê pêşî, feqr, ê duduyancehl, ê sisiyan îxtîlaf e. Em ji aliyê dînî ve berpirsiyar û mukellef in kuli hember van her sê dijminan cîhad bikin.Pêdivî heye ku sê şûrên elmasî bêne bidestxistin. Ê pêşî, hezkirina millî, yêduduyan hevgirtin/yekbûnî, yê sisiyan ilm û îrfan e. Em dê wê cîhada xaricî,hewaleyî wan şûrên elmas ên wan delîlên qet’î û tûj ên wan heqîqetên mezinên Îslamê bikin. Cîhada vî zemanî, bi muhebbet û jihevhezkirinê ye; ne bitirsandinê ye.
Tu kesî bi ayeta celîl a ronîgeş ku
وَلَ تَجَسَّسُوا
e re nikaribû dijberîbikira û bi tirsandin û xofa xefyaniyê, nikaribû îqtîdara xwe serf bikira.Îca rojnameyan, bi nîvê din ê vê
وَلَ يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا
ayetê re dijberîkiriye, mîna wan xefyanên zemanê berê, izdirab û êş û dudilî berdayenava fikra her kesî. Mixabin ew ên ku ji îfratê re musaîd in, qabilêtefrîtê ne jî. Gelî aliman, ez xîtabî we dikim:
Di her demê de aliman, teqlîda wan rayedarên zordest dikir û heryek alimekî, dixwest ku fikra xwe, bi her kesî bide qebûlkirin û bi vîawayî wî jî, mîna wan ên ku bi zordestî tiştan dikirin, xwe li zordestî ûpêkutiyê girê dida. Îca îro, meşrûtiyet e; hakim û serdest, ne ew şexs eku bi darê zorê hukum dike; belkî, hukum li ber destê raya giştî ye kuruh û giyanê meşrûtiyetê ye. Hûn jî bi awayekî ji awayan, di warê ilimde, bidin ser şopa meşrûtiyetê. Çimkî îstîbdad ku heye, wan tiştên kubi xêra tereqqiyê/pêşveçûnê tên bidestxistin, dixwe û diqedîne û berêpişta meriv dizivirîne aliyê îstîqbalê. Gava ku av, dilopo dilopo ji hevcihê bimîne, ziwa dibe; lê belê gava ku li ciyekî bê bigihîje hev, dibehewzekî ji wan hewzên ava heyatê.
Ez, bi ser de vê jî dibêjim ku: Sirf manewiyat, mîna ye hilavêtinê;alîkariya hêz û qewetê bêtesîr e. Hezar û yek, her du jî yek in; lê belêdestpêk û xweamadekirinên pêşî yên ji bo manewiyatê, ji ber ku jimaddiyatê ne, mîna ye rakirina kevirekî mezin û pêdivî bi alîkarî ûdanûstendina fikran heye. Di meqamên weha de,
لِلْكُلِّ حُكْمٌ لَيْسَ لِكُلٍّ
têgotin. Ewrûpayî, bi xêra vî sirrî û li ser bingeha wê karbeşiyê gihîştineewqas pêşveçûnên newaze û ji bo hîndekarî û perwerdehiya xwe,wan ewqas cî/sazî ji bo talîma xwe saz kirine. Hem gava ku raya giştî