Kitaplar
Dersên Civakî

   A çaran: Alimekî mîzachesinî ku xulqhişk e, gava ji ber wê hêrs ûhîddeta xwe guneyan dike, dibe ku ji ber îlleta redkirinê, bibe sedemêlekedarkirina ilim. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, tenê yek rêyek heye.Ew jî ew e ku alimekî salih jî, li hember wî bê nîşandan û bê îsbatkirinku sedemê wan guneyan jî hêrs û hîddet e... Lewra ji bo ku dîn û şerîet,bi guneyên îstîbdadê û ji ber wan guneyên zemanê berê neyên lekedar-kirin, divê ku meşrûtiyet, bi çek û libasa şerîetê bê nîşandan û bişerîetê bê tetbîqkirin.

   Em dikarin wan demên wan xelîfeyên raşidîn û wî zemanê ‘Emer b.Ebdulezîz teqlîd bikin.   Heke bê gotin: Ka ew pak û safî û ew exlaqê xweş ku di wan de hebû,bi me re heye gelo ku em karibin wan teqlîd bikin?”Ez dibêjim: Wê meyla ser daxwaziya pêşveçûnê, em hişyar kirinû rê li ber wê hişyarbûn, gurbûn û geşbûna fikran vekir. Îca ji vanhişyarbûn û geşbûnan, fikir gihîştin hev, yên li pey wan jî kamil bûn ûew berfirehbûna şaristaniyê, ciyê wê pakî, safî û wî exlaqî digre. Edaletawan dewletên biyanî, vê bersivê îsbat dike.

   Ferqa şaristaniya Îslamê, ji medeniyeta îro ew e ku pêşî li ber wantiştên guneh û rezîl digre û merivan ji wê esîrtiya/dîltiya destê nefsêxelas dike. Hem jî, ew sefîhî û hewesên ku mîna libasên jinan bi xemlin, qet li wê qameta merdane ya îstîda-ta/qabiliyeta me ye millî naye.Çimkî gava ku zilamek, kincekî xweş li ser bejna jinekê bibîne ûdilê wî bibije/bavêje wî kincî û rabe wî kincî li xwe bike, rezîl dibe ûberevajiyê...

   Elhasil: Wan guneyên medeniyetê ku petotî û riziyayî ne, em dê bi şûrêşerîetê qedexe bikin û nehêlin ku bikevin nava hudûdê azadî û şaristaniya me;da ku şaristaniya me, bi vê ava heyatî ya şerîetê, wê ciwantiya xwe ebedî bike.Heke şaristaniya Îslamê bibe cismekî ku hêşîn dibe û bere bere mezin dibe,şerîet dê bibe herka wê ya xwînê û dîndarî jî, dê bibe germa wê ya bedenê. Biser de jî, ji ber ku şerîeta ronîgeş, ji kelamê ezelî tê, dê biçe ebedê.Derketina wan hemû nebiyên marûf/malûm ji wan memleketênos-manî, îşaret û nîşaneyeke wê qedera Îlahî ye ku buhara/dûkela wêmakîneya kamilbûna van merivan, diyanet û dîndarî ye. Û ev kulîlkênAsya û Rumeliyê, dê bi tîrêj û roniya dîndariyê bigihîjin, mezin bibinû bikemilin. Lewra her mumîn, bi bilindkirina kelîmetullahê berpirsiyare. Îca vî zemanî, sedemê wê yê herî mezin, ew pêşveçûna dihêla maddî de ye. Û her kes berpirsiyar e ku li hember wan ên ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat