Kitaplar
Dersên Civakî

Kurd Teawun we Tereqqî GazetesiHejmar: 6, Rûpel: 43-4413 Kanûna Ewil 132426 Çile/Rêbendan 1909

Encama Nutqa Berê

   Min fikreke çargoşeyî û muddeayek/dozek heye.A pêşî: Pêdiviya me heye ku em ji Ewrûpayê, hinek xweşiyên medeniyetêbigrin. Hal ku hal e, tevî xweşiyên medeniyetê, ew tiştên wê yêngune jî, ketine sûretê tereqqiyê ku sûretekî herî xerîb û xapîner/xapnoke. Îca ji wan gunehan, ê herî fena û medeniyetê xerab dike û barêwê yê giran e, sefahet û îsraf e ku di wan ihtiyacên nezerûrî de tê kirinû ew newekhevî ye ku di meîşet û debarê de derdikeve hemberî me.Ji ber vê yekê, ji bo ku tevî wan tiştên baş, gune jî nekevin nava medeniyetame, ji me re qanûneke wisan hakim û diyarde/mumeyyîz lazime ku zora hewa û hewesê bibe. Çimkî bi me re tebîetê zarokatiyê heye.A duduyan: Çawa ku hakimekî ji esabiyeta Kurdan gava bibe reîs ûew reîs, ji bo ku xwe di çavê Ewrûpiyan de şîrîn bike, rabe kincê Frenkanli xwe bike, Kurd, ciyê ku ji wî hakimî re îtaetê bikin, dê rabin pêre îxanetê bikin. Şayet ew wî nas bikin ku Kurd e, ji ber ku wî reîsî,ew kincê xwe yê neteweyî li xwe nekiriye, dê jê re bibêjin: “Li gelê xweheqaret kiriye.”

   Mîna vê, di vê dema meşrûtiyetê de hakim, ne ew kesê zordest e;belkî ew qanûn e ku diyarker e. Îca divê ku ev qanûn jî, bi kincê neteweyîbê nîşandan. Ku ne wisan be, ‘esebiyeta manewî dê derkevehemberî wê.

   A sisiyan: Dilê wan tebayên ku ne muslîm in, bi berdewamiya edalet,wekhevî û azadiyê, jixwe tam têr nabe. Ancax ev wekhevî û edalet,palpiştiya xwe bide ciyekî pêt û saxlem. Îca ew ciyê metîn jî ku naçezewalê û hakimê wicdanê ye, ew hîm û binyada dîn û şerîet bi xwe ye.Nexwe gava em nîşan bidin ku ev edalet, pêdiviyeke dînî ye, ew dê bitemamî mutmeîn bibin dê dilê wan bikeve cî û berevajiyê zennên wankesên laûbalî/bêgiramî, ew dê qet neveciniqin... Çimkî îttîfaq, di hîdayetêde ye; ne di hewayê de ye. Heke hebe jî, demborî/muweqqet e. Lewrahewa, mîna ye hêlîna dûpişkan û ciyê xerez û çavkaniya ezezîtiyê ye ûenaniyet, ji wê derê belavî derên din dibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat