xelas dike û ayende û axreta me digre bin ewlehiyê û rê nade kuhûn wê huqûqullaha ku menfîeta giştî/umûmî tê de heye, bi awayekîbêdestûr teserruf bikin û jiyana me ya millî diparêze û hemû zihnanmanyetîzma dike û li hember biyaniyan, kemala me, metîniya meû hebûna me nîşan dide û we, ji wê jêpirsîn û lêpirsîna dunyayî ûaxretî rizgar dike û di amanc û encamê de, yekîtiya giştî tesîs sike ûdike ku ew fikrên raya giştî ku ruhê yekîtiyê ne derkevin holê û ewtiştên gu-ne/şer ên medeniyetê ku riziyayî ne, îca dixwazin ku bikevinhudûdê azadiya me û şaristaniya me lê belê ew wan qedexe dike ûme, ji parse-kiya Ewrûpiyan difilitîne û bi wî sirrê/raza î’cazê, ji wêmesafeya dirêj a pêşveçûnê ku em jê li paş mane, di zemanê kurt deme dide derbaskirin û bi yek-kirin û hevgihandina Turan, Ariyan ûSamiyan di zemanê xwe de qîmeteke mezin daye me û şexsê manewîyê hukûmatê, weke Musulman nîşan dide û ruhê wî Qanûnê Esasî ûMaddeya Yazdehan muhefeze dike û hem dike ku ew zenna Ewrûpî yagenî ya berê, derew derkeve û dike ku ew Muhemmed, weke xatemênebiyan bê tesdîqkirin û dide qebûlkirin ku şerîet jî, ebedî ye û li hemberwê bêdîniya ku xerabkarê şaristaniyê ye, sedd û bend dikşîne û bizelaliya wê nûra xwe, wan cihêwaziyên fikran û wan tarîtiyên ku ji bercihêwaziya nêrînan derdikevin, ji holê radike û hemû alim û waîzan,ji yekîtiya wê seadeta millî û ji îcrakirina wan hukmên meşrûtiyetêre dike xadim û xîzmetkar û ji ber ku edaleta tam e û bi merhemet e,dike ku ew gelên ne-muslîm hîna bêhtir li hev bikin û wan bi hev degirê dide –erê, ya ku hîna bêhtir wan bi hev de girê dide; Lewra huzûrû kamraniya wan, ew e ku di hêla diyanetê de palpiştiya hev û dinbikin- û merivê herî tirsonek û ‘amî ku mîna wan merivên xas û wêrek,bi wan hestên ku bi rastî li pey pêşeçûnê hestgerm dike û bi hezkirinawelat xwedî dike û ji wan îsrafat û sefahat û wan ihtiyacên ne-zerûrîku medeniyet bi wan dihedime, me xelas dike û çawa ku axreta memuhefeze dike, wisan jî bi avedaniya dunyayê jî, şewq û halanê ji boxebatê dide û wan dustûrên exlaqê xweş û wan hestên giranqedr kujiyana şaristaniyê bi xwe ne, ders dide û her yekî ji we, ji wê xwestinaheq a bi zorê pêncî hezar 1 kesî xelas dike û we, ji bo îcma’a ummetê,weke mînakeke meşrû/rewa ya piçûk nîşan dide û ji ber sirrê niyetê,dike ku ‘emelên we, weke îbadet werin fêmkirin û we ji qesda kuştinawê heyata manewî ya sê sed milyonî xelas dike, hûn jî nîşan bidin, tevîbidestxistina evçend feydeyan, ka gelo hûn dê çi wen-da bikin?