Kitaplar
Dersên Civakî

   Ê duduyan: Ew e ku hin mudahîn/melaq, li gor xwestin û daxwazadilê xwe, bi awayekî neçê şîrove dikin, haşa, Îslamê wisan nîşan didin,mîna ku ji îstîbdadê re musaîd e; lê belê ji medeniyetê/şaristaniyê re asteng e.

   Ê sisiyan: Ew e ku hin ji wan dostên din ên cahil û nezan ku zahirperestin, hin paşverûtiyên nabemehal û hin teşbîhan, weke heqîqet dizaninû bi wî awayî vedibêjin û vê jî, weke ku qencî be diyar dikin û li vîdînê ha, xiyanet dikin.

   Ê çaran: Ew e ku wan xweşiyên medeniyetê ku bidestxistina wan zehmete, terk dikin û mîna zarokan, mîna tûtiyan, wan gune û kirêtiyênmedeniyetê yên ku li gor hewa û hewesên wan in, teqlîd dikin.Gelî (gel)wekîlên ummetê, heke li ser navê şerîetê hûn derkevinmeydanê, hûn dê bibin zimanekî piçûk ê îcma’a ummetê. Bi ser dejî, hûn dê bi bangewaziya wê şerîeta ronak, hemû zihnan bidin manyetîzmakirinû ew fermanên we, ji aliyê ruhî û wicdanî ve, dê werinfêmkirin. Hûn ne ehlê teşrîhê ne; hûn dê bibin ehlê tercîh û tetbîqa/pêkanîna wan hukmên ku di vî zemanî de lazim in. Û di hîm û asasêweha de, îhtîmaleke hindik û xerifîn, mîna kesra ‘ededî, di kiteki-tiyande dê yekûneke mezin a guneyan çê bike. A niha xuya neke jî, lizeviya ayendeyê, mîna henzelê, dê simbilên wan tiştên bizerar hêşînbibin. Hilbijartina ehwenê şer, (başê pîsan) edaleta îzafî ye. Bila mînawî siwarê ku hema bi awayekî lezûbez tiştan dike, neyê kirin da kuqabiliyet ji bo edaleta heqîqî peyde bibe.

   Gelî meb’ûsan, baş bifikirin da ku beyta 

حَفَظْتُمْ شَيْئًا وَغَابَتْ عَنْكُمْ أَشْيَاءٌ

ji jorê ve bi awayekî fesk û tinaz li we nenihêre û bi qerfkî li ser serêwe nekene. Elhasil, edalet, her bi çi navî be, edalet e; çi heye ku karîgeriyekemezin a guherîna navan/îsman heye. Hetta di mentiqê de, tiştekîtek, digel ku zerûrî be jî, gava tenê bi navekî be, di navên din de ne-zerî/teorîk e. û nimêj, bi navê îbadetê –digel ku berê wê li aliyê qibleyê yesehîhe û qurb/nêzîkahî ye û bi navê lîstikê yan jî berê wê li aliyê qibleyêbe jî, batil û heram e, nimêj jî aliyê sûretî ve dîsan ew nimêj e.   Îca li ser vê yekê, digel wê edalet û meşweret ku ji wan re meşrûtiyetû qanûna esasî tê gotin, heke hûn şerîeta pak û paqij ku xwedînavekî muhteşem e û karîger e û wê edaleta tam di xwe de dihewîne ûciyê xwesipartinê ji me re temîn dike û dike ku meşrûtiyet xwe bispêrehîmekî zerp û wan kesên ku xwediyê şik û gumanan in, ji kemîna heyretê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat