Kitaplar
Dersên Civakî

Kurd Teawun we Tereqqî GazetesiHejmar: 4, Rûpel: 29-3013 Kanûna Ewil 132426 Berçile/Berfanbar 1908

Xîtaba Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya Li Meb’ûsan

   (Berdewamiya wê ye)

     Elhasil, digel ku em xwedî xezîneyeke cewheran in jî, îca em weharabin di hêla hukman de, feqîrtiya xwe li hember Ewrûpayê diyar bikinû di hêla exlaq de jî parsekiyê bikin, ji dînê Îslamê re xiyanetekemezin e û wisan diyar e ku em qesda kuştina gel dikin. Nabe ku dîn,ji bo dunyayê bê fedakirin. Îca ew dînê Îslamê ku li ser bingeha wandelîlên eqlî hatiye damezrandin, qet nabe ku bi dînên dî re bê qiyaskirin.Erê, pêdiviya me heye ku em hin tiştan, ji ber Ewrûpayê bigrinji wan îqtîbas bikin. Îca ew jî, di hêla rayedariya welat û bikeyskirinawan hêzên herba behrî û wan teknîkên sanayiyê de dibe ku em ji wanbigrin. (Ev jî fermana dînê me ye.) Ewrûpa jî, ji me tenê edaletê dixwazeû li benda şaristaniyê disekine; da ku muwazeneya/îstîqrara wê,xera nebe. Şerîeta me, li ser van her du hîm û binyadan hatiye damezrandinû bi temamê hebûna xwe, li van dinihêre. Ew birayetî û azadî ûşaristaniya ku bi kêmdîndariyê be, dişibe wan kulîlk û meyweyên kubi wan avên genî yên ridaman/lîtavan bi jehrê ketine.

   Gelo Şeyxeyn û Emereyn û Harûn û Me-mûn û ew Emewiyên li Endulusê,bi awayê kêmdîndariyê tevgeriyan û îca wisan bi pêş ve çûn?Zemanê berê, digel ku bavê îstîbdada li cîhanê serdest bû û wehşet ûhovîtî bi xwe bû jî, ew azadî û edalet û wekheviya wê serdema pêşî yaÎslamê, delîlên qet’î yên li ber çavan in ku ew şerîeta pak û paqij, mafêazadî û edaletê û wê wekheviya di mafan de, mîna wê wekheviya diîbadetan de dihesibîne û hemû rabite, pevgirêdan û pêdiviyan di xwede dihewîne. Li ser vê, ez bi awayekî qet’î hukum dikim, ev kêmahiyame ya heta niha û ev lipaşmayîna me û exlaqê me yê nebaş, ji ber çarsedeman hatiye:

   Ê pêşî: Ew e ku hukum, ne li gor wan şertên wê şerîeta ronak têndayîn û hin heqîqetên şer’î, bi nav û unwanên din/dî tên nîşandanû bi vî awayî, xelkê awam, jê nefret dike û îtaeta wan a wicdanî, jibinî di-hejîne. Ji dewra hilweşîna me ve, qaşo sedemê herî mezin êlipaşmayîna me ew e ku hin bikeyskirinên serdestî şerîetê (bêyî kuhaya şerîetê jê hebe û bêyî ku destûr jê bê xwestin) hatine neşirkrin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat