Kitaplar
Dersên Civakî

guhdarî neke û dê bi vî awayî, kok li hukûmatê bîne. Çimkî ew kesêherî nezan û tirsonek jî, gava ku bi hesta dîndariyê bê hestgermkirinû li ser navê dîn, çi jê re bê gotin, eynî mîna wan kesên herî mêrxasû wêrek, ruhê xwe feda dike. Ew hestên hezkirina ji welat û tenê ewhez-kirina ji gel û hubba ji seadeta dunyayê, ancax yekê ji hezarî, biawayekî baş hestyar û pejnbar dike. Îca ew kesên xwedanxîret jî, tevîhezkirina ji welat û gel, bi wê fikir û ramana dîndarî û heşmeta Îslamîû hukmên dînî hestgerm dibin. Nexwe gava ku ne bi wesîteya dînbe, ew hukûmeta ku şexsê manewî ye, li ber çavê xelkê, dê bibe mînamunafiq û murtedan û ew yekîtiya ku jiyana me bi xwe ye û ew îtaetaku ruhê hukûmetê ye, dê ji wî benikê konê pîrê ziravtir bibe. Eskerek,heke ji wê hesta heqîqî ya wicdanî xalî bê ferzkirin, ka gelo di kar ûzerarê de, dê çi fedakariyê nîşan bide?

   Heke şerîet bibûya cismek û biketa şeklekî/teşeyekî, şeytan bi çiawayî tê tel’înkirin, dê wê jî, bi wî awayî lanet li îstîbdadê bibaranda.Hûn, şerîetê mavêjin aliyekî da ku îstîbdad, bi wî destê xwe yê pîs,wucûda wê nelewitîne û lekedar neke û nehetikîne.

   Îca dara pêşî ya tûba ku li ser erda meşrûtiyetê hêşîn dibe, yekîtiyagiştî ye. Lewra xelkê awam û xewas/bijare, bi hesta dîn, bi awayekîwekhev, hestgerm û pejnbar dibin. Gava ku ne bi navê dîn be, ew xelkêbêçare yê awam, dê berê xwe bide rabirdûyê û biçe û dê li zemanê seadetêgiliyê we bikin.

      Dara duduyan a tûba, ew medeniyet e ku bûye mezherê wî destêciwaniyê. Çimkî şerîet, emir dike ku meriv berê xwe bide başî û çêyiyênşaristaniyê û nehya meriv dike ku meriv ji wan sefîhî û îsraf û newekheviyabidehşet a debar û meîşetê ku dibe sedemê xerabûna şaristanîû medeniyetê û ew wan pîr û kal dike.

      Dara sisiyan a tûba, ew dîndariya tam e ku talîh û îqbala ayendeyame temîn dike. Lewra di meşrûtiyetê de şerîet, dê wisan bike, ewşerîeta Ehmedî ku ketiye şûna wê sîstema herikîna xwînê ya temelêpêşî yê şaristaniya me, dê nefes bistîne û bi xurtbûn û geşbûna wanfikir û ramanan, dê wan çîrok, Îsraîliyat û teşbîhên lewitî/hetikî paqijbike û dê bikeve ciyê sîstema wê herikîna xwînê ya kureya erdê.Yan jî ji ber ku dê roja Îslamê, li esmanê siyasetê, ji wan ewrên tarîxelas bibe, dê heyva şaristaniyê ronî bike û dê wan kulîlkên wê zeviyaAsyayê, gur û geş bike û bixemilîne. Çimkî tevî hebûna wî hîmê dîn,ew alimên ku hemeleyên şerîetê ne, dê bibin zêdejîr/dahî û merivênsiyasî û dê Îslamê ji wan çîrokên Îsraîliyatê dûr bigrin û paqij bikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat