Kitaplar
Dersên Civakî

ku xwedî manyetîzma ruhanî ye çê bibe. Yên ku li Kurdis-tan, Erebistan,Arnawûdê digerin, ji vê muddeayê/angaştê nakevin guman ûdudiliyê. Bi manyetîzma ruhanî manyeztîzmekirina zihnên wan, ancaxdê bi navê şerîetê bibe. Em, hûr û kûr li ser mereza/nexweşîna xwerawestin, em wê baş nas bikin û li gora wê em li dewa û dermananbigerin. Nexweşîna me, zexelî, nezanî, xizanî û hejarî ye û ew exlaqû ser û sincê nebaş ê ku ji ber dijberiya li hember şerîetê derketiye ûew feqîrî, belengazî û hîlebazî û dizekiya bi eşkereyî ye ku encamênwan kirinên me yên nebaş ên ku li jorê navê wan bihûrî ne. Cîhanaşaristaniyê, ji me dixwaze ku em van nebaşiyan ji holê rakin. Îca hekeem, (digel vê yekê jî ) rabin bi qelskirina dîndariyê dest bi tedawiyêbikin, dirûvê vê jî dide wê tedawiyê; ku ji bo başbûna tiliya birîndar,çavan derdixin. Îca çi heye ku nexweşîna dil a gel, ew qelsî û zeîfiyadîndariyê ye.

   Kurtebêjiya kurtebêjiyê: Meşrûtiyet, divê ku şûrê elmas ê şerîetê bigredestê xwe; da ku sê darên zeqqûmê, ji kokê bibire û ji bo wan sêdefîneyên cewheran an jî, ji bo jîna wan darên tûba, berevanî bike ûwan biparêze.

   Dara pêşî ya zeqqûmê, ew zenna xelet e ku Ewrûpa ji me dike û ewhîssa nefret û bêmerhemetiyê ye ku ji ber wê zennê tê û ew şemate ûqelebalix e. Çimkî bi awayekî xelet û xetayî, wan zenn kiribû ku Îslamiyet,li ber pêşveçûnê asteng e û ji îstîbdadê/despotiyê re musaîd e.

   Dara duduyan a zeqqûmê, ew bêdînî ye ku guneyê herî mezin êmedeniyetê û kana wî exlaqê neçê ye. Erda şorax û bejî ya vê darazeqqûmê ev e ku ev dînê Îslamê ku her kemalî di nav xwe de dihewîne,gava tenê di nav hundirê wicdan de bê tengijandin û guvaştin, dê dîn lihêlekê bimîne û dê tu kes li wan alimên ku hemalên şerîetê ne, guhdarîneke û her ku here, dê hebûna wan birûxe, hilweşe û ew dara zeqqûmêjî, dê ji xwe re zemîneke musaîd bibîne. Lewra her kes, bi awayê hemawisan bi ser de û nerasterast li dîn binihêre û hin ji wan çîrokên Îslamêû çîrokên Îsraîlî ku ketine nava xelkê awam û wan merivan, ew çîrok,weke eqîde û heqîqet û weke malê Îslamê qebûl kirine. Îca ji ber ku ewjî, dê mîna wan zenn bikin ku eqîde û heqîqet e, gava ku wan çîrokanbidin ber wan zanistên fennan, dê bi wê nexweşîna ku navê wê qelsiyabaweriyê (îmanqelsî) ye bikevin ku ew jî, weke nexweşîna dilî ye.

   Dara sisiyan a zeqqûmê, dê bi berîhevdan û geremolê, wan hêmanênÎslamê ji hev parçe bike û dê wan dilên ferdan ji hev belawela bikeû dê wisan bike ku raya giştî bibe hezar serî û êdî tu kes li tu kesî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat