Kitaplar
Dersên Civakî

û heqîqetên mezin, weke prensîb bigrin, ji bo tenzîmê, serî li raya giştîya wan hemalên şerîetê ku alim in bidin; da ku ew bi xwe, karibin wanheqîqetên nav meşrûtiyetê û wan hukmên Qanûna Esasî/Makezagonê,xweştir û kamiltir û zelaltir ji wê şerîeta ronîgeş derxin û bi keys bikin.Çawa ku bi hewldaneke hindik wan ew “Mecel-leya Ehkam” bi keys kir.Çimkî yekîtiya giştî ku benê pêt û saxlem ê jiyana me ye, dê bi vê yekêbibe rastî û dê bi rêkûpêkiyê hêzdar bibe.

   Ha, heta niha, roja Îslamê, ji ber ku bi ewrên reş ên îstîbdadê/despo-tiyê girtî bû û ji ber ku tava Îslamê, bi wî exlaqê nebaş ê ku ji berîstîbdadê dihat, pêçayî bû û ji ber dîndariya kêm, ronî bi temamî hatibûgirtin, ew heyva şaristaniyê/medeniyetê ku ciyê sîtavê/şewqdanê bû jî,ji ber ku bi nezanî û hovîtiyê dor lê hatibû girtin, bi hinekan re zennekebatil çê bûbû ku haşa, dînê Îslamê, ji îstîbdad û zexeliyê re musaîdbûye. Îca heke

اَلْحِكْمَةُ ضَالَّةُ الْمُؤْمِنِ أَخَذَهَا أَيْنَمَا وَجَدَهَا

  di şerîetekê de hîm ûbingeh be, gelo ka dê bi çi senedê û bi çi awayî li pêşiya pêşveçûnêbibe kelem û asteng?

   Hûn jî meşrûtiyetê, bi wan nav û nîşanên meşrû’iyetê bidin wesifandinû wisan fêm bikin û ji wan re vebêjin; da ku hûn bikaribin wê batiliyê,derewîn derxînin. An na, nebî nebî ku hûn, li gor qiyasa bi dînêndin ên wicdanî re tevbigerin, divê ku hûn şerîetê ji siyasetê tecrîd nekinû divê ku hûn wê zenna batil, tesdîq nekin. Lewra çawa ku dînême, manewî û wicdanî, axretî û neqlî ye, wisan jî maddî, siyasî, exlaqîû heyatî ye û bi pîr û bi pergal e û rêkûpêkiyê jî temîn dike. Hin ji wanlêkolerên Ewrûpayê gotiye: “Ew tiştê ku dikare wan merivên li hinherêman, bixe nav wê daîreya şaristaniyê, tenê û ancax Îslam e.” DînêÎslamê ku tevlî xwîn û goştê Musulmanan bûye, li ser hest û ramanênwan karîger e û di wicdanên wan de ye jî, ew hêz e ku jê re îtaet têki-rin. Ji ber vê yekê, ji bo ku hîmê pêşveçûnê, li ser bingeheke xurtû pêt bê danîn, di navbera fikir û zîhnan de, bila bi meseleyên dînîku mîna herikîna elektrîkê cereyan dike û bi wicdanên wan re, bilahevagahdarî bê kirin û bila hinartin, bi wan re bê pêkanîn.

   Hem jî ‘elimandin û perwerdehiya zarokan, divêtî û mecbûrî ye.Talîm û terbiyekirina wan qewm û gelên ku di pêşveçûnê de mîna zarokanin jî, dê cebrî be. Di vê dema azadiyê de, dê cebir û şewq û hezkirinçê bibe. Îca ew tiştê ku dê şewqa heqîqî bide, ew dengê dîndariyêye; ku ji nava wicdanên wan derdikeve. Û ew xasiyeta ku wê dîndariyêdixe nava heyecan û coşê, dê bi wî fermanê nafîz ê şerîeta Ehmedî ya

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat