Kitaplar
Dersên Civakî

Kurd Teawun we Tereqqî GazetesiHejmar: 2, Rûpel: 1329 Teşrîn-î Sanî 132412 Kanûna Ewil 1908

Kurd Muhtacî Çi ne?

   Ev serê panzdeh salan e ku min di nav îhtiyacên xwe de, ji xwe re,du hedef kiribûn amanc. Min ji xeynî van her duyan, tu navgîneke kudahatûya Kurdistanê temîn bike, nedît.

   Ya Pêşî: Îttîhada/yekbûna neteweyî.   Ya duduyan ew e ku tevî wan ilmên dînî, ew fennên lazim ên dewrû serdema me, li her aliyî werin tehsîlkirin. Îca ev ku hene, esas û bingehawan û medreseya wan, ew alayiyên eşîran in. Li ser vê razê/sirrê,ez bi awayekî bêperwa dibêjim:   Ew kesên ku di nav eşîran de ne esker in, divê ew jî mîna wan ên dî,bibin eskerên millî. Lewra eskerî ku mîna tîrêjeke elektrîkê ye, di navvan eşîrên cur bi cur de, dê têkildariyeke kimyewî pêk bîne û dê bikeku ew fikir û ramanên wan ên cihê cihê, bigihîjin hev û dê bihêle kuew cewherên wan û ew qîmeta wan a heqîqî, derkeve holê. Bi ser de jîew gihîştina wan, dê wisan bike ku roniya hîndekarî û perwerdehiyê,tevî wê qeweta/hêza germ a Kurdan zindî bibe. Çimkî koçerî, hêrsokîtîû bêhukûmetî, dibe sedem ku bi zordestiya hukûmetê, xizanî ûbêçaretî derkeve û ev feqîrî jî, zorê dide ku xerez û qesd li hemberhev pevbiçin. Bi vî awayî, ji ber ku daîma gilîkirin, mîna olandana/dundengîbûna dengê mirinê, li navendê deng didin, ciyê ku hukûmetli wan şefqet bike, ew radibin xwe musteheqî şîmaqa/sîlleya wê dikin.Li ser vê yekê, neyar û dijmin jî, bi vê kêfxweş dibin û ehlê xîretkêşiyêjî, ji nava serê xwe diqîrin û qeweta wan a manewî, bi derba bêhêvîtiyêdişkê û dilê ehlê besîretê jî dişewitîne.

   Hem jî digel ku xwedî hêzeke mezin a leheng û şervanên bi qasî çilhezarî (40 000) ne jî, ji ber lihevnekirinên hundirîn, mehû dibin û ji berwan tevliheviyên ku ji dijberitiyê tên, ciyê ku dê merhemeta bavîtiyê li wanbê kirin, wisan dibe ku ew buxza zalimî bi ser wan de bibare. Îca ji xeynîvan, jixwe wisan bûye ku Kurdan, êdî ji wan zanistên nû û ji perwerdehiyanûjen nefret kiriye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat