Kurd Teawun we Tereqqî Gazetesi*Hejmar: 1, Rûpel: 722 Teşrîn-î Sanî 13245 Kanûn 1908
Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey gelî Kurdan!
Îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetêde selamet heye.
Kapika îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da weji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we ra bibêjim:Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin.
Yek îslamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan, bihayê wê dane.
Ê diduya, insaniyet e ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî,ciwamêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidin.
Ê sisiyan, milliyeta me ye ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciyê xwe sax in, em bi karêxwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemalê Stenbolê, delîlê wê ye.
Ê duduyan, cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da, yek “qezete” nikarin bixwînin, delîla wê ye.
Ê sisiyan, dujminî û îxtîlaf e ku ev edawet, qeweta me wunda dike. Mejî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmetê jî ji bêînsafiya xwe, zulim li me dikir.
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e ku em sê şûrên elmas bidest xwe bigrin; ta ku em her sê cewherên xwe ji dest xwe nekin, hersê dijminê xwe ji ser xwe rakin. Û şûrê ewil, mearif û xwendin e. Êduduyan, îttîfaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan, însanê bi nefsaxwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û piştaxwe nedetê.
Û wesiyeta paşî, xwendin, xwendin xwendin û desthevgirtin, desthevgirtin,desthevgirtin.
Mela Seîd