Yek jê, li hêla Beytuşşebabê ku ev der, navenda eşîrên Ertûşê ye,Ya din, di navbera Motkan, Balikan û Sasonê de,Yek jî jê, li Wanê ku ev der jî, di navbera Sîpkan û Heyderan de ye,bê avakirin.
Li van ciyan jî, ew ilmê ku ji qedîmî zeman ve ye li medreseyan têxwendin û pê re jî ilmê fennê yê dewra me, divê bê hînkirin.Ji xeynî van, îhyakirina hin medreseyên din jî, bêguman dê bibewesîle ku heyata maddî û manewî ya rojên pêş a Kurdistanê, temînbike. Bi vî awayî, dê temel û bingeha marîfetan bê danîn. Bi vê destpêkaavakirina van ciyên perwerdehiyê û medreseyan, dê yekîtî û hevgirtinciyê xwe bibîne û ew qeweta pir mezin a hukûmetê ku ji ber lihevnekirinanavxweyî mahw dibe, dê careke din li destê hukûmetê vegereû bi vî awayî dê destê hukûmetê, li hember derve, bi qewet bibe û bivî awayî Kurd, hem dê edaletê heq bikin hem jî dê ji medeniyetê remusaîd bibin û dê cewherê xwe yê fitrî nîşan bidin.
Molla Seîdê Meşhur***