Kitaplar
Dersên Civakî

Şûray-i Ummet Gazetesî*6 Teşrîn-î Sanî 132419 Mijdar 1908

Li Ser Alayiyên Hemîdî Beyana Heqîqetê

   Bila ew qusûra ku di xweîfadekirina Kurdekî ku nû hişyar bûye ûbi Turkî baş nizane de bê efûkirin. Hem jî xîtabî tebeqeya bijarte dike,îşaret bes e.

   Eskerên millî yên Kurdî ku ji wan re “Hemîdî” tê gotin, întîzamêdixwaze, jiholêrakirinê naxwaze. Lewra întîzam, dê def’a zeraran bikeû menfîeta mezin bi xwe re bîne. Îca jiholêrakirin ku birayê mirin ûmehwê ye, -ev ku heye, ew e ku def’a zerarê, bi zerarê dike- li qaydeyêusûlê naye. Hem temel û pevgirêdana mezin a îttîhadê/hevgirtinê,Alayiyên Hemîdî ne. Rewşa niha ya Alayiyan, li gor halên wan ên berîes-keriyê û li ber wan eşîrên ku ne Hemîdî ne, hinekî baştir e. Hemîdî,li gor xelqê gundî, bêhtir hînî qabîliyeta şaristaniyê bûne. Ji ber vanegeran, cenneta medeniyetê/şaristaniyê û nêrdewana pêşveçûnê, ji bowan, deriyê pêşî yê bilindbûnê ye. Unwana eskerî ya şîrîn a ku nîşanahebûna qewmî ye, dê qewmekî mîna Kurd ku zû bi zû serê xwe ji tukesî re xwar nake û meyla wan jî, li ser pêşveçûnê ye û bi xêra Meşrûtiyetê,nû hişyar bûne û bi xêra dûrebîna wan fikrên giştî, dikarin dirojên bê de, kan û madenên heyata millî keşf bikin û ji zemanê berêve, bi Hukûmeta Osmanî ve hişk girêdayî ne, dê bikin ku unwanaeskeriyê, bi xêra wan jidil û pêt û saxlem bibe û dê bi rehetî qewmekîdî ku navê wan cihê ye, dernexin. Îca ka li ku man ew şêreKurd?..

   Ji wî aliyê ku eskerî, deriyê wê bihuşta şaristaniyê ye, ev paceya haya biçûk ku li ber bostanê hîndekarî û perwerdehiyê hatiye vekirinû ji bo wan eşîran jî, weke mektebekê ye, gava bê girtin, ew zarokênbêçare yên Kurd ku bi tîrojê heqîqetê pêşiya wan ronî bûye û ji xwere pê, li wan dîmenên xweş dinihêrin û ji wan meyweyan, bi lezzetaheqîqî ya daîmî hesiyane, dê bêkêf bimînin û neşeya wan bitefe. Bi vîawayî jî, dê bikevin nava wê tarîtiya bêhêvîtiyê û ew esasê sedeqetawan ku hêma-nekî mezin ê sadiqiyê ye, dê ji binî biheje. Ji vê, îbret bigrin.Ku bi girti-na paceyê weha bibe, îca bi girtina derî, ka çi û çi nabe?

   Hem jî, ew nebaşiyên ku encamên zerûrî yên wehşet/hovîtî ûîxtîlaf û eşaîrtî û bêhukûmetiyê ne, gava weke encamên wê eskeriyabipîrûpergal bê dîtin û ji ber vê sedemê jî, ew deriyê eskeriyê ku rê li berkemilînê vedike, gava bê girtin û ew eskerên Kurd gava werin qewirandin,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat