لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَىْءٌ وَهُوَ السَّمِيعُ الْبَصِيرُ
Di vê rewşê de, şeş hevokên wê yên ku heft mertebeyên tewhîdê dixwe de dihewînin û encamên hev û dî ne hene. Her yek jê, delîlê ya dî ye.
TENWÎRA TEWHÎDÊ
Di kaînatê de, ji aliyê ku ew berhem di dirûvê hev de ne û ew, aliyênwan hev hemêz dikin û dest didin hev û din û ji hev re erza întîzamêdikin û bersiva rast didin pirsên hev û gava yek bang li yekî/ê dike, bipeyva “Lebbeyk” muqabele dikin û li nuqteyeke wehîd temaşe dikinû li ser ekseneke nîzamê deweran dikin ve, wisan dixuyê ku ji tewhîdaSani’ê Zulcelal re îşaret dikin; belkî bi awayekî eyan beyan, wehdaniyetaHakimê Ezel, diyar dikin.
Belê, Zatê ku çavê moristangê û mîdeyê wê xuluqandiye, eynî ew bi xweye ku rojê û hemû kaînat jî xuluqandiye. Çimkî kaînat, ketiye nava hev û dî.Her tişt bi her tiştî re girêdayî ye. Nexwe ew kesê ku ne xwedî destekî biqewetê ku karibe kureya erdê, tevî stêrk û rojên wê, mîna hebên tezbiyê rake, li hevbigerîne, nikare di kaînatê de doza xuluqandinê bike û di tu tiştî de jî nikareîddîaya îcadê bike.
Îca ew teserrufa sun’î ya mirovan ku heye jî, tenê ew e ku wanqanûnên îlahî yên ku di fitretê de carî ne, keşf kirine; ketine nav wanqanûnan û li gor wan qanûnan tevdigerin û li gor berjewendiyên xwebi kar tînin; ne ku îcad dikin.
Di destpêkê de mijar û îddîaya me, kelîmeya eşhedê bû. A niha,encama delîlê me yê eyan beyan bi xwe jî, bi ilmelyeqînê,