Kitaplar
Dersên Civakî

MUQEDDÎME

   Ji xeynî van, her çendî mûcîze, hin ji efradê wan ne mutewatir in.Cinsê wan mutleq e, belkî gelek cûreyên wan, bi awayê qet’î û yeqînî,ji aliyê wateya xwe ve di nav xelkê de belav bûne. Ew nuwaze ku hene,gelek cûre bi cûre ne. Eve cûreyek jê, ew hal û rewşên wî ne ku berîpêxemberiya wî, di wan salên berê de hatine dîtin. Ew esrê ku bi wî“durrê yetîm” ducanî bûye, ji Pêxember, feyz û îstîfade kiriye û bûyexwedî keramet. Ji ber wî dilê xwe yê hessas, bi wan pêjnên xwe yênberî ku ew tişt biqewimin hesiyane û bi îrhasên xwe, wan bi xwe agahîdane ku dê Fexrê Alemê (s.) bê.

   Ev cûre jî, ji wan agahdarkirinên zaf û zêde ne ku ji xeybê hatinedayîn. Mîna ku wî ruhê wî yê munewwer ku teyyar û firoke ye, wî ewqeyd û leleyên zeman û mekanê şikandine û bi ser hudûdê rabirdûyêde derbas bûye; pê li wî hudûdê dahatuyê kiriye; qevaz daye, wî bixwe, her aliyî dîtiye û gotiye û nîşan daye.   Beşek jê ew in ku di weqtê meydanxwendinê de, bi awayê cihêcihê hetta yekcaran, tenê ji bo yek mirovekî, hin nuwazeyên hissî hatinenîşandan. Hejmara wan bi qasî nêzî hezarî ye. Hetta di nav wannazîreyên wan mu’cîzeyên navdar ên wan nebiyên navdar de ne. Efradêwan ehedî bin jî, temamiya wan, di nav gel de hatine zanîn.Yek jê, ew e ku bi rîwayeta sehîh a sabit diyar bûye ku ji wan tiliyênwî yên mubarek, gelek caran av herikiye. Bi wî destê wî yê mubarekku kana camêriyê ye, ew ava ku madena jiyanê ye, herikiye û di wîzimanê wî yê ku çavkaniya hîdayetê ye de, ew ava hîdayetê ku serçaviyaruhan e, diherike, bi awayê hissî teswîr dike.

   A dî, ew e ku bi rîwayeta sehîh a sabit, gelek caran kevir, dar ûheywan, pê re peyivîne. Mirov dibêje qey wê heyata manewî ya navhîdayeta wî, sîrayetî cemadat heywanan kiriye û wî, bi wî awayî ewanîne nutqê. Nalîna wî kutekê hişk ê di mînbera wî ya şerîf de angogiriyê wî darî, di nav xelkê de xweş tê zanîn. Qismek jê jî, ew e ku biteamekî hindik, gelek mirovan têr kiriye ku ev jî, bi rîwayeta sehîhsabit e û nav û deng daye. Gelek caran, teamekî hindik, cemaetekemezin têr kiriye û eynî mîna ku jixwe ew team qet kêm nebûbe, wisan mabûye.Qismek jî jê ew e ku îhyakirina miriyan û şîfadayîna nexweşan e.   Gelek qismên dî yên mîna van, bi senedên wan ên sehîh, wan kitêbênmuheqqîqînan, bi temamî ew beyan kirine. Ji ber wê yekê me li vêderê kurt birî. Qadî Iyaz, di kitêba xwe ya Şîfaya Şerîf de, Qestellanî,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat