Kitaplar
Dersên Civakî

   Sultan Hemîdê ku bavê axayan e, dest ji axatiyê berda. Îca ka li ku ma,ew kelmêşên dî... Îca ew axatiya hurriyet û medeniyetê, ew e ku xwe bispêre nefs û kemala xwe û îqtîdara xwe bi kar bîne û ji gel re xizmetê bike. 

سَيِّدُ الْقَوْمِ خَادِمُهُمْ

ji vê re dustûrekî tetbîq û pêkanînê ye. Yê kubi awayekî şedîd doza hemiyetê/gelparêziyê dike, ji wê hemiyeta ku li teqwiyekirina wê dixebite, di gumanê de ye.

Heqîqeta Şeşan: Hin komele hene, ji ber ku encama îttîhada/yekîtiya gel e, komeleyeke tabîî ye û muhkem/saxlem e. Ji bo îxtîlafa Kurdên me yên şêr, ji ber ku komeleya me, sun’î û destpêka îttîhadêye, gelek zêde muhtacî îhtiyat, tedbîr, niyeta xalis, fedakarî, ( hetta ruhjî... ka li ku ma ew ez-ezîtiyên...) mahirî, jîrî, xwînsariyê ye. Çimkî biîfrateke hindik, gelek asab û hissiyat tên coş û peroşê, nemaze ji mezinan...Îca di asasên wiha de, xeletiyeke hindik, mîna kesra ededî, di yekûnê de, dê bigihîje yekûneke mezin a guneyan. Hem jî, ji daîreya fireh a alîgirên hurriyetê re, ji ber ku ji bilî raya giştî, serpûşeke dî tuneye, ez bi awayekî qet’î, li dij wan rîwayetên şexsî me; reîsê me, ancax hukûmet e.

   Heqîqeta Heftan: Komele ku ciyê xwedîtina raya giştî ye û mirêk û navenda hebûna qewmekî ye. Îca em ku xwedêgiravî aqil û merîfetame, di qewet û cesareta me de civiyaye û tê de belav dibe, em dê hebûna xwe û qîmeta raya xwe ya giştî, bidin ber hebrik û reqîbê xweû bi wan re muqayese bikin û bi vî awayî em dê wan daxînin jêr.

   Ji me re lazim: Em dê bi Tirkan –ku wê qeweta wan a berê ku bişan bû û mîna ku ji ber mezlûmiyetê wenda bûbû, întîzam daye aqilû marîfeta wan re yekîtî çê bikin. Ew bila berevaniya me bikin. Çimkî me gelek ucret daye wan. Yahû, heke te ji van heqîqetên xweşik famkiribe, bala xwe bidê; bê ka bi şîroveyeke çiqas pîs, li hember xwestekû rexbeta giştî, sedd û bend kişandine.

   Mîna ku ez dê, di îttîfaqa Kurdan de, wisan bikim ku hin kesên ji xeynî wan bibin beg, wisan kelîmeyên bêaqilî dibêjim û mîna ku ez ji wan zatên ku bi tu awayî, digel ku di navbera min û wan de tu reqabetek tuneye jî, dihesidim û xerez dikim û ji bo xwe jî, wê navdariya ku ez jê aciz bûme û wê siyaseta ku ez wê çirkîn û kirêt dibînim dixwazim.Ha wan bi van kelîmeyên xwedipisinînî, qîmeta şexsê xwe nîşan da.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat